Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sêşem 18/12/2007

Hat weşandin tisdag 18 december 2007 kl 01.00
Nurettin Demirtas

Li gor nuceyên Reuters 300 leşkerê tirk îşev bi şev sînorê Kurdsitanê derbas kirin e.  Li gor nuçegihanên din jî  nezîkî 500 leşker bi  4 tanqan vê sibê saat li dorî 05an  gihîstine xaxurkê.

Eli Ewnî berpirsê mekteba navîn yê rêkxrawên cemawerî  ya partiya  demokrat a  Kurdistanê jî dibêje bi awayekî fermî nehatîye gotin ku komandoyên tirkan sînorê me derbas kirine.

Serokê gistîyê DTPê Nurettin Demirtaş piştî ku ji Almanya vegerîya Tirkîyê, do ji alîyê polisên tirk ve hat bincav kirin. Pistî ku îfada wi hat girtin bi biryara mahkemê hat hepiskirin. Senem Alp

Îro sêşemê, biryara di derbarê nakokiya Vaxholmê ya şirketa lêkirinê ya ji letoniya yê, bi navê Laval beriya sê salan ji ber ku şirket di bin peymana sendiqya kolektîvê qebûl nekir, ket bin tedbîrên şerê bi sendîkeya swêdî,  ji dadgeha yekîtiya ewrûpayê hat Lorin Berzenci

Her hefte bi sedan bîyanî an penaber dixwazin nasnameya, yanê id-korteka swêdî derxin. Mafê wan heye ku derxin, lê dîsa jî ji bo wan problem derdikevin.Loma di biharê de hûkûmeta swêdî komîsyonek tayîn kiri bû û niha encamên lêkolîna vê komîsyonê dîyar bûne. Silan diljen

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".