Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sersala we pîroz be!

Hat weşandin måndag 31 december 2007 kl 09.00

Emê îro li ser bûyerên mezin, girîng an balkêş yên vê sala derbasbûyî rawestin. Emê li ser bûyerên Swêdê rawestin lê her weha li ser Kurdîstanê bi tevahî, wek mînak:

- Îsal ferhengek bi swêdî-soranî hat çap kirin

- Rewşa sîyasî ya Kurdîstanê vê payîzê aloztir bû û sebebeka vê yekê biryara parlamentoya Tirkye bû ku got: ”Emê bi hêzên leşkerî bikevin nav axa Kurdîstana başur”. Û vê mehê erîşek mezin birin ser başûr.

- Li Swêdê, li dijî şer û li dijî biryara parlamentoya Tirkyê vê payîze meşên cuda hatin  lidarxistin. Lê kurdên vira nikaribûn bi hev re bimeşin, loma meşên cuda pêk hatin.

- Kêmasîyên di warê yekitîyê de ne tenê di nav kurdên Swêdê hebû, her weha li Kurdistanê, wek mînak ”Partîya Komeleya şoreşger ya zehmetkêşên Kurdistana Îranê” dîsa perçe bû.

 

Lê gelo, di sîyaseta swêdî de îsal çi qewîmî?

- Hikumeta nuh sîyaseta xwe di derbarê kar û kêmkirina bêkarîyê de domand û hejmara bêkarîyê li Swêdê ket, lê di warên din de hikumet bi ser neket: ji hikumetê çend veqetîn çêbûn.

- Di cepha mixalefetê de jî bûyereka mezin, hilbijartina serokeka nuh ya partîya sosyal demokratan bû. Piştî Göran Persson, daxwazek ji bo serokeka jin hebû û ew daxwaz li adarê bi hilbijartina Mona Sahlin re bi cîh hat.

- Lê bê guman, îsal li Swêdê û her weha li cihanê mijara herî mezin gefa li ser avûhewayê, an klîmatê bû. Heta niha ev pirs tu carî weha pir nehetibû nîqaşkirin. Dema Al gore, cîgirê serokkomarê Emerîkayê yê berê, û Panela Avûhewayê ya Neteweyen Yekgirtî, Xelata Nobel ya aştî wergirtin, vê mijarê hîn pirtir bal kişand ser xwe.

 

Xemgînî...

- Du bûyerên xemgîn yên îsal wefata nivîskar Mehmed Uzun û serokê kitêbxaneya kurdî Nedim Dagdegiren bû. Bandora karê wan ne tenê li ser kurdên li swêdê, herweha li her derê cihanê hebû.

- Li Swêd û cihanê jî îsal şîna rejîsor Ingmar Bergman hat girtin...

 

... û şahî

- Özz Nûjen, xelatwergirê ”Kurdê salê”, bi swêdî Årets kurd, bi şanoyek nuh, Mistero Buffo, gihaşt serketineke gelek bilind vê payîze.

- Her weha, li Swêdê, di nav kurdên ciwan de, serketinên din jî pêk hatin, wek mînak albuma yekem ya muzîka kurdî ya hiphopê derket. Hunermend Serhado bû.

- Lê ne tenê di beşa muzîk û şanoyê de kurdan xwe li Swêdê nîşan dan. Rojda Şekersöz di festîvala filîman ya bi navê Förortishê de xelatekê wergirt. Ji bilî Rojda Şerkersöz, rejîsor Hogir Hirorî jî ji bo xebata xwe ya sînemayê bal kişand ser xwe. Filîmê wî yê bi navê Hîwa di festîvalên cuda de hat nîşandan.

 

Zayele ji bo îsal spasîya we dike, ku we em guhdar kirin. Heta salek din bimînin di xweşîyê de!

Sersala we pîroz be!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".