Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pêncşem 20/12/2007

Hat weşandin torsdag 20 december 2007 kl 14.21
1 av 2
Ciwana Muhemed
Fredrik Malm endamê parlamentoyê
2 av 2
Fredrik Malm endamê parlamentoyê

Ciwana Muhamed, yek ji kurdên musilmane ku çûye Saudiyê û Meka yê , bo heckirinê, ev heye deh salê wê li Swêdê dimîne. Di vê hevpeyvînê de ji me re behsa heckirina xwe dike û hatina cejna qurbanê.

Doh, çarşem dadgeha istînaf ya Svea, Svea hovrätt, hukmê bêtewaniya serokê berê yê şirketa tezmînatan, Skandia, derkir. Û heta diyar kirin ku tewanbarî bi kete histê desteya birêveberî ya şireketê( Styrelsen). Bi vê yekê re jî gelek dengên nerazîbûnê hatinin bilind kirin.

Kurdek nerazîbûna xwe diyar dike ji siyaseta penaberiyê ya Swêdê û dazgeha koç, migrationsverket, dema biriyara vegera wî hate bo îraqê. Rewşa wî ya tenduristiyê ne alîkare ku ji Swêdê jî derkeve. Wî cihê xwe danî ber parlamana Swêdê, û xwarin di gelek rojan de li xwe qut kir.

Balyozxaneya Turkîyê ji Fredrik Malmê folkpartist, partîya gel ya Swêdê re dîyarîya noele şand. Fredrik Malm bi vê gelek nerehet bû. Ew fikir dike ku balyozê tirk ev dîyarî ji bona ku ew ji vir û pêde li dijî siyaseta tirkîyê dernekeve şandine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".