Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

în 21/12/2007

Hat weşandin fredag 21 december 2007 kl 15.43
Pîrozkirina berfirehbûna Schengen

Di weşana vê êvarê de:

Pîroz kirin ba sînorê Tjeckî /slovakî mezin bû dema Schengen ber firehtir bû. Dema saet rêk bû duanzdehê şeva roja înê, neh welatên din zêde bûn di hevkariya Schengen de ji rojhelatê ewrûpa yê de û ji roja înê de kontrolên ser sînoran de radibe.

Navîn Yakut Gunay , ji şaredariya Diyarbekirê hatibû Swêdê, wê di vê hevpeyvînê de ser gelek tiştan peyvî yek ji wan projeya wê ya bi navê  Mala gel bû.

Qanûnên welatekî yek ji nîşana wê ye ku gelo ew civak çiqas demokrate. Nîşanek din jî ew e gelo ew qanûn çawa hatine danîn. Gelo li swêdê çawaye, rêye heta ku pêşnîyazek dibe qanûn û dikeve pirtûka qanûnan de çiqas dirêj e û divê çi şertan xilas bike?

Di vê demê de bêhtirînê miletê swêdê bi kirîna diyariyên Noelê mijûlin, lê gelek jî bo xwe bi taybetî dimînin ta piştî cejna Noel ya bi swêdî jê re dibêjin jul. Ji ber wê demê erzanî li gelek tiştan dikeve û dibe musimekî giring bo dukanan jî û bo muşteriyên wan jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".