Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêm zarokên penaber yên bêhêz manin, lênerîna malbatê bigiştî di vë rewşê de giring bû.

Hat weşandin torsdag 27 december 2007 kl 15.27

Beriya du salan dora 160 zarokên bêhêz hatin li wan nerîn li Swêdê û nuha hejmara wan bi gelekî daketiye. Ronî kirinek bo vê kêmbûnê ew e ku gelek malbatên bi zarok rûniştina swêdî wergirtine, lê mesele ne tene ev e. Berpirsa beşê psykatriya zarokan Lotta Wiberg li mecilisa welayeta Stockholmê wisa dibêje :

-Beriya nuha ji me ve ku tenê ev yeka bû sebaba bingehîn bo başbûna rewşa van zarokan. Em êdî wisa hizir nakin, dema me li grûpa mezin ya va zarokan nerî, me dît ku ne tenê ev faktor ya xwedan bandor e, faktorên din jî hene , weke ku bê ka dêûbav bi xwe çawa nin û ji ber vê yekê jî hevkariya bi psykatriya mezinan giringbû.

- Dema ku em li van dêûbavan dinerin û çavê xwe didin wan û em baweriyê li ba wan çê dikin û hewl didin ku em rewşa wan fêhm bikin, herçend ew xwe di rewşên dijwar de dibînin, girîngtire belkî ji wergirtina rûniştina swêdî.

Lotta Wiberg dibêje ku helbetê wergirtina rûniştinê ronî kirineke diyar kirirî ye bo başbûna rewşa van zarokên bêhîs, lê zarok bêyî rûniştinê jî karin baştir bibin, eger malbat hemû halîkariyê wergirin.

- Herçend tenê yek zarok be jî ku sîmptoma bi hêz nîşan bide, em her hizir dikink u deriyê me yê derbasbûnê ewe ku em xwe bigihînin malbatê hemûy bi pêwîstiyên wan. Em bi çavê têkçûna malbatî lê dinerin.

Îro sê zarok di Stockholmê de dijîn di rewşa symptoma bêçarebûnê ya giran de nin. Lê beriya du salan rewş xirabtir bû û hejmara zarokên nexweş jî bi gelekî bêhtir bû. Wê demê dora 70 zarokê bêhîs li Stockholmê peyda dibûn, Lotta wisa dibêje derbarê rewşa wan zarokan îro roj:

- Em dibînin ku ev zarokana baştir bûnin û xwe xilas kirinin ji sîmptoma bêçareyê, lê beşek ji wan hîna diwşên dijwar de nin û hindek ji wan rewşa baş bi rêve diçe, îca herdû beş jî henin.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".