Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mercên perwerdeya SFI tên dijwar kirin

Hat weşandin måndag 18 februari 2008 kl 15.54

Îro Nyamko Sabunî, wezîra hevgûncîyê û Jan Björklund, wezîrê perwerdeyê mercên nuh ji bo SFI, swêdîya ji bo bîyanîyan, dîyar kirin. Ev pakêta reforman ji mercên xurtir yên hem ji bo şagirdan û hem ji bo perwerdeyê pêk tê.

Li gor hikûmeta Swêdê asta perwerdeya SFI (Svenska för invandrare) an Swêdîya ji bo bîyanîyan nizm e, loma dixwazin vê yekê bigorin û îro di rojnnameya Dagens Nyheter de sîyaseta xwe ya nuh ya di vê derbarê de pêşnîyaz kirin. Nyamko Sabûnî, wezîra hevgûncî an entegrasyonê wa dibêje:

- Mijara vê nivîsê bilindkirina kalîteya perwerdeya SFI, Swêdîya ji bo bîyanîyan e. Perwerdeya SFI divê wek perwerdeyên din bê hesibandin. Bîyanî jî perwerdeyên baş heq dikin, ji bo vê yekê kalîte divê bilindtir bibe, lê her weha daxwazên ji şagirdan tiştên ecêb nînin.

Lê gelo, van mercên nuh yên ji bo perwerdeya SFI çî ne?

- Berî her tiştî hikûmet dibêje, şagirdên di astên cuda de divê azmûnên giştî. Wezîfeya vê yekê divê li ser milê Skolverketê, yanê Daîreya Giştî ya Xwendegehan, be. Û daxwaza hikûmetê ev e ku, divê ev azmûn di 1ê heyva yekê ya sala bê, yanî 2009ê de dest pê bikin.

- Her weha dibêjin, encamên planên dersê divê zelaltir bin.

- Ji bilî vê, xalek din ya pêşnîyazê jî ew e ku şagird dê ji 3 salan pirtir nikaribe li SFI perwerdeyê bibîne. Û sebeb jî ew e ku bi demeka bisînorkirî dikare dîsîplîna şagirdan ya di warê perwerdeyê de xurtir bike.

- Di ser da jî encamên SFI dê bên nirxandin, ji ber ku ev yek di van deh salên dawî de baş nehatîye kirin, li gor Nyamko Sabûnî û Jan Björklund.

- Û her weha 61 mîlyon kron ji bo kompetensbilindkirina mamosteyan tê dayin ji bo ku asta wan jî bilindtir bibe. Îro sedî 90 ji mamosteyên SFIyê ne xwedîyê perwerdeyê di asta rast de ne, li gor Sabuni û Björklund.

Lê ji niha ve li dijî van pêşnîyazên hikûmetê rexne tên kirin, yek ji rexnegiran Inger Lindberg e, ew li zaningeha Göteborgê wek profesora zimanê swêdîya wek zimanê duyem kar dike:

- Ez jî wek Sabûnî difikrim ku gelek çare hene ji bo ku SFI baştir bibe, lê hikûmet bi pêşnîyaza xwe sûcê perwerdeya xerab dixe stûyê şagirdan, ez li dijî vê yekê me”, dibêje Lindberg û dom dike:

- Hikûmet berê her tişt divê kalîteya perwerdeyê bilind bike û paşê dikare nirxandinê bike. Îro kalîteya perwerdeyê baş nîne, wê çaxê divê mirov mercên li hember şagirdan bilindtir neke, lê hikûmet vê yekê dike û şagirdan wek sûcdar dibîne, lê problem kêmasîya kalîte ye.

Her weha profesor Lindbeg dibêje:

- Ez bawer nakim ku van pêşnîyazên wan dê perwerdeyê baştir bikin, sinorkirina SFIya bo 3 salan pirsa kalîteyê perwerdeyê çareser nake. Hînbûna swêdî tiştekî şexsî ye; mirovên ku di welatên xwe de li zaningehê xwendine an mirovên ku zimanê wan yê zikmakî nêzê zimanê swêdî ye dikarin hêsantir swêdî hîn bibin ji mirovên bi perwerdeyek nizm xwendine an ku zimanê wan yê zikmakî ji swêdî gelek dûr e.

Lê Nyamko Sabunî û hevkarên wê ji pêşnîyazên xwe razî ne û li dijî rexneyên Inger Lindberg, Sabûnî dibêje:

- Dema mirov behsa bîyanîyan û ji wan daxwazan dike her tim tê gotin ku neheqî tê kirin. Lê ku mijar perwerdeya din bûya, ango perwerdeya dibistanê ya jî lîseyê bûya, ez bawer nakim ku munaqeseyên weha bihatana kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".