Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Vaksîn li dijî kansera gewrîya rehimê bûye pirseka çînî

Hat weşandin måndag 18 februari 2008 kl 16.07

Agahîyên nuh nîşan didin ku keçên ji herêm an deverên dewlemend ji keçên ji deverên feqîr pirtir xwe aşî dikin li hember kansera gewrîya rehimê (livmodershalscancer).

Statîstîkên dermanxanê vê yekê nîşan didin. Yek ji van keçikên ku di deverek dewlemend de dijî û ku xwe li dijî kancerê aşî kiriye Hanna Puranên ji şaredarîya Danderyd li Stockholmê ye:

- Dema ku mirov dizane li dijî vê kanserî aşî an vaksîn heye, mirov dixwaze xwe bipareze, dibêje Hanna Puranen ji Danderydê û piranîya hevalên Hanna wek wê difikrin.

Dermanxaneyê Apoteket, li deverên ku hejmara xwediyên hatineka normal lê bilind e, ji deverên ku kesên hatina wan hindiktir e  duh (2) qat pirtir aşîya kansera gewriya rehîmê firotine.

Firotina li Stockholmê û derdora Stockholmê herî zêde ye li Swêdê. Lê wek mînak Danderyd, ku li Swêdê devera bi maaşên herî bilind tê nasîn, ji 500 dozên pirtir ji aşîya li hember vê kanserî hatîye firotin. Lê li ciyên wek Tensta, Rinkeby û Husby ku bi maeşên nizm tên nasîn, tenê 13 doz hatine firotin, her çendî ku şênîyên wan deveran pirtir in.

Maj-Britt Franzên, li Husby di mehnexaneya doktoran ya bo ciwanan de kurator e û ew vê yekê wa şirove dike:

- Ev bûye pirseka çînî, û ev ne neheq e. Belkî perê dê û bavên keçan tune ye ku vaksîn bikirin bo keçen xwe re, lê her weha ev pir pirseka agahî ye jî, li gor Maj-Britt Fransén:

Û Maj-Britt Franzén ji alîyê Nalîn Pekgül, seroka jinên Socialdemokrat, ve piştgirîyê digre. Li gor Pekgül jî du sebebên vê ferqê hene: yek, agahî ya duh ji fîyata aşî ye.

Bo keçên di navbera 13 û 17 salî de ev aşî an vaksîn beşek ji ”Binbanîya mesrefa bilind ya bo dermanan e” (högkostnadsskydd). Loma ev keç ji 1800 kronan pirtir nadin bo aşîyê. Lê bo keçên 18 salî û mezintir mesref dikare bibe heta 4000 kronî.

Diana Sansi-Ferando, 18 salî ye û li Tensta diçe dibistanê. Li gor wê ev mesref pir bilind e:

- Tu naseka min xwe aşî nekiriye. Pereyên mirovên ku ez nas dikim û bi wan re didim û distînim pir nînin ku bikaribin 4000 kron bidin bo vaksîn.

Vê baharê Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Civakî (Socialstyrelsen) dê biryar bide, heger aşîya kansera gewrîya rehimê bibe beşek ji programa vaksînê ya giştî ya bo zarokan an na. Danuta Lindeberg, li mehnexaneya doktoran ya li Danderyd şef e û dixwaze ku aşî bibe beşek ji programa ve:

- Wek doktor, ez dibêjim ku şert û mercên herkesî divê yek bin, loma ez bi hêvî me û bi mereq li bendê me ku aşîya li dijî kansera gewrîya rehimê bibe beşek ji programa aşîyê ya giştî.

Lê raporeka nuh nîşan dide ku gelek zehmet e ku mirov bizanibe, dê tesîra aşîya cemawerî çiqas be:

- Ev encex 20 an 30 sal paşî beli dibe, dibêje Måns Rosén, ji Komîteya Dewletî bo Encamnirxandina Bijîşkî, yanê Statens beredning för medicinsk utvärdering:

Lê her weha Måns Rosên dibêje:

- Em ne li gel ne ji li dijî aşî ne, lê îtirazek ewe ku aşî an vaksîn dikare ewlehîyek sexte peyda bike ba keç an jinan. Keç an jin û xwe vaksîn dikin belkî êdî naçin ba jînekologê ji bo ku bawer dikin ku xwe li dijî her tîpê kansera gewrîya rehimê aşî kirine, dibêje Måns Rosén, lê feydeya aşî tenê li dijî 2 tipên kanserê heye.

Loma, pêşî lê girtin herî baş kontrolên jînekolgî ne, bi teybetî testên hicreyê, bi swêdî cellprov, li gor Rosèn:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".