Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Peymana vegera penaxwazên ji Îraqê

Hat weşandin måndag 18 februari 2008 kl 17.18

Lê ji naveroka peymana ku îro li Bexdayê hat çêkirin agahiya balyozê Îraqê yê Swêdê Ahmed Bamernî tune ye.

Hikûmeta Swêdê û hikûmeta Îraqê îro li Bexda peymanek nivîsandin ji bo ku penaxwazên hemwelatiyên Îraqê yên mafê rûniştina li Swêdê negirtine karibin vegerin. Wezîrê koç Tobias Billström dibêje ew ji ber vê peymanê kêfxweş in û dê di pêla yekem de 400 penaxwazên ji Îraqê paşve werin şandin. Lê tiştê balkêş ev e ku balyozê Îraqê yê Swêd Ahmed Bamernî îro ji Zayele re dibêje haya wî ji naveroka vê peymanê tuneye û hikûmeta Bexdayê di vî warî de bi wan re neşêwirî ye. Her weha guhdariya penaberekî Îraqî bikin ku behsa rewşa xwe dike, heger meqamên Swêdî wî paş ve bişînin welatê wî. Her weha penaxwazên kurd ên li Swêdê jî gelek xemgîn in ji ber vê peymana ku îro li Bexdayê hat mor kirin. Hevkarên me Semîre Zareî û Lorîn Berzincî bi dido penaxwazên kurd re axivîn.

Îro Nyamko Sabunî, wezîra hevgûncîyê û Jan Björklund, wezîrê perwerdeyê şert û mercên nuh ji bo SFI, Swêdîya ji bo bîyanîyan, dîyar kirin. Ev pakêta reforman ji mercên tundtir yên hem ji bo şagirdan û hem ji bo perwerdeyê pêk tê. Ango ji şagirdan û perwerdeyê tiştên mezintir tên xwastin. Hevkara me Sîlan Diljen behsa van daxwazên nuh yên hikûmetê dike.

Duh bi daxuyaniyek li parlamentoyê herêma Kosovoyê ya Yogoslavyaya berê xwe serbixwe îlan kir. Daxuyaniya Serxwebûnî li Parlamentoya Kosovoyê hat xwendin û bi vî re hemû girêdanên bi Sirbîstanê re hatin qut kirin. Serxwebûn ji aliyê Kosovoyî yên li çar dorên Ewropayê ve hat pîrozkirin, her weha li Swêdê jî.

AGAHÎ: BI QADIR EZÎZ RE LI SER REWŞA KÊRKÛKÊ

Qadir Ezîz, serokê Partî Zehmetkêşanî Kurdistan û her weha nûnerê serokê herêma Kurdistanê Mesud Berzanî di komiteya maddeya 140 de di derbarê rewş û pêşeroja bajarê Kêrkûkê de hevpeyvînek da Zayele. Ev hevpeyvîna bi Qadir Ezîz re sibê di saat 17.00 de di weşana Zayele de…

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".