Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Sêşem 19/02/2008

Hat weşandin tisdag 19 februari 2008 kl 16.15
Qadir Eziz

Di weşana îro de

Qadir Ezîz sekreterê gîştî yê Partî Zehmetkêşanî Kurdistan e. Ew weke mêvanê akademiya Folke Bernadotte hatiye Swêdê û hevkarê me Zana Serin bi wî re li ser gera wî ya Swêdê axivî. Akedemiya Folke Bernadotte li ser navê sekreterê gîştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Swêdî hatiye avakirin û weke saziyek dewletî ev akademî ji bo mijarên nakokî û çareseriyên navnetewî platformeke girîng e.

Lê beşek mezin ji vê hevpeyvînê li ser qedera bajarê Kêrkûkê ye. Qadir Ezîz her weha nûnerê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî ye, di komîteya maddeyî 140 de, ku ji bo çareseriya pêşeroja Kêrkûkê hatiye sazkirin.                                                     

Beriya demekê Zayele çû serdana Rêzan Fexreddin ya 23 salî li bajarê Göteborg, me hevpeyvînek bi wê re çêkir derbarê rewşa wê ya tenduristiyê û hem jî ya penaberiyê. Rêzan ji bajarê Halabca ye û ji zaroktiya xwe de bîrîndar bûye ji ber kîmiya barana sala 1988 ande.

Rêzan ji wê rojê de ta nuha di nexweşxaneyê de ye û rewşa wê ya tenduristiyê baştir nebû ye, ew di hevpeyvîna ku me îro bi wê re çêkir bi rêya telefonê de got ku divê her dem di bin çavlênerîna doktor de be. Û derbarê rewşa wê ya rûnîştinê jî di nameya herî dawî de ku geheşte destê rêzan, têde diyar bû ku hîna saziya koç berdewame di karê biriyardana vegera wê bo Kurdistanê.

Duhî di Zayelê de me behsa perwerdeya SFI kiribû, swêdîya ji bo bîyanîyan, ji ber ku hikûmet pêşnîyarek nuh di derbarê mercên SFI de, dîyar kir. Li gor hikûmetê ev pakêta wan ya reforman dê perwerdeyê xurtir û baştir bike, lê mamosteyên SFI van pêşnîyarên nuh rexne dikin:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".