Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dardakirina Hesenpûr hat betalkirin!

Hat weşandin onsdag 20 februari 2008 kl 17.16

Guhdariya peyama xuşka Hesenpûr ya bi munasebeta Xelata çapemeniya azad ya Rojnamegerên sînor nenas bikin…

Biryara dardakirina rojnamevanê kurd Adnan Hesenpûr li ser îtiraza avukatê wî hat betalkirin. Dadega bilind ya Îranê vê biryara xwe şand ji dadgeha destpêkê re ku ew di derbarê Adnan Hesenpûr de biryarek din bidin, lê ne biryarek nû ya ji bo dardakirinê. Vê êvarê dê Rêxistina Rojnamegerên Sînor nenas li salona çapemeniyê ya Wezareta karê derve ya Swêdê xelata çapemeniya azad ku ji bo Adnan Hesenpûr hatibû dayîn bi merasimek pêşkêş bike. Ji vê merasima xelatê re xuşka Adnan, Leylî Hesenpûr peyamek şand û em niha vê peyamê pêşkêş dikin…

AGAHÎ: Îşev ji bo pêşkêkirina Xelata çapemeniya azad ya Rêxistina Rojnamegerên Sïnornenas merasimek tê çêkirin û emê di weşana sibê de bûyerên vê merasimê ji we re rabighînin.

Swêd dixwaze herêma Kurdistanê ya li Îraqê bike herêma pîlot ji bo ceribandinek nû ya dayîna alîkariya aborî ji bo welatên ku pêş dikevin. Weke tê zanîn ji sedî yekê butçeya Swêdê, ango 32 milyar kron, her sal ji bo welatên xizan tê dayîn. Lê hikûmeta burjuwa ya Swêdê dixwaze vê alîkariyê bêtir effektîf bike. Ji bo vê yekê dê hikûmet alîkarî bide wan şîrketên hemwelatiyên Îraqê yên li Swêdê dijî ku li welatê xwe şîriket saz bikin û bi vî re tevlî jinûve avakirina welêt bibin. Ev projê di destê yekem de, dê li herêmên kurdan de destpêbike, dibêje Gunnilla Karlsson, wezîra alîkariya derveyê welat.

Swêd, di nav welatên Yekîtîya Ewrupayê de, yek ji welatên herî xirab e di warê xizmetên tenduristî û nexweşîya penaxwazên ku bê destûr li vir dijîn”, dibêje Beşa Tenduristîyê ya Neteweyên Yekgirtî. Û hefta berê li Stockholmê li parlamentoyê civînek hat li darxistin û mijar xizmetên tenduristî û nexweşîya penaxwazên ku bê destur li Swêdê dijîn, bû. Rapora hevkara me Sîlan Diljen.

Piştî nêzîkê nîv-sedsalî serok-dewletê Kubayê Fidel Castro diyar kir ku ew nema wezîfa xwe berdewam dike. Tê bawerkirin ku piştî civîna yekşema pêş me ya Partiya kommunîst a Kubayê dê birayê wî Raul Castro şûna Fîdel bigire. Gelo bi çûndina Fîdel Kastro re dê çi guhertin çê bibin û helwesta Swêdê ya li beramber van pêşveçûnên li Kubayê çine.

Herweha guhdariya nêrîn û peyamên guhdaran bikin û em hêvîdar in tu jî telefonek bidî me û peyama xwe pêşkêş bikî!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".