Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji Amerîkayê ji bo Tirkiyê Ultîmatom!

Hat weşandin onsdag 27 februari 2008 kl 18.01

Wezîrê parastinê yê emerîkî, Robert Gates: “Di nava dido hefteyan de operasyona li herêmên kurdan a Iraqê rawestînin, naxwe emê hevkariya îstixbaratê betal bikin”!

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê, Robert Gates, vê êvarê ji bo hevdîtinek fermî diçe peytexta Tirkiyê, Enqerê. Li hêla din parlamentoya herêma Kurdistanê jî duh 5 biryarên tund li hemberî operasyona Tirkiyê girt.

Wezîrê parastinê yê Emerîkî Robert Gates ku vê êvarê ji bo hevdîtinek fermî diçe Enqerê, ji peytexta Hîndîstan Delhîya Nûh daxuyaniyek da û got; Heger operasyona Tirkiyê bêtirî 2 hefte berdewam be emê alîkariya îstixbaratê ya bi Tirkiyê re bidin rawestandin.

Weke tê zanîn Emerîka dawiya sala çûyî li pişt serdana serok-wezîrê Tirk ya Qesra Spî bi Tirkiyê re peyman çêkiribû ku di derbarê kamp û baregehên gerîllayên PKKê de agahî îstixbarat bide Tirkiyê. Û tirkiyê jî li ser van îstixbaratan êrîşek hewayî dabûn destpêkirin û vê hefteya dawî jî li van êrîşan bi 10 hezar leşkeran êrîşek bejayî jî dabûn destpêkirin.

Robert Gates li kêleka rawestandina operasyonê ji Tirkiyê daxwaz jî dike ku ji bo çareseriya pirsa kurd reformên siyasi, aborî û civakî jî pêk bîne.

Li hêla din Hikûmeta herêma Kurdistanê jî helwesta xwe ya li beramberî Tirkiyê tund kir. Serok-wezîrê hikûmeta herêmî Nêçîrvan Barzanî roja yekşemê daxuyaniyek da û ji Tirkiyê daxwaz kir ku gavek zû xwe ji axa başûrê Kurdistanê paşve bikşîne. Barzanî ji rêvebiriya Bexdayê jî daxwaz kir ku helwestek wergire heger ew herêma Kurdistanê weke perçeyek Îraqê dihesibînin.

Piştî vê daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî, Encûmeniya nîştîmanî, yanî Parlamentoya herêma Kurdistanê duh li dijî êrîşa artêşa tirk ya başûrê Kurdistanê civînek awerte li darxist. Êrîşa Tirkiyê bi tundî hat mehkûmkirin û bang li hikûmeta Bexdayê hat kirin ku li hember Tirkiyê têkeve nav xebatek çalak ya dîplomatîk. Parlamentoyê her weha rêzek biryar girtin û ji hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz kirin ku van pêk bînin. Ew pênc biryarên di parlamentoya herêma Kurdistanê de hatin girtin ev in:

1)     Danîna Embargoyê li ser malên tirk ku li bazara başûrê Kurdstanê tên firotin.

2)    Girtina 4 baregehên leşkerî yên tirk ku ji sala 1997’an ve li başûrê Kurdistanê hatine avakirin.

3)     Pêwîste Emerîka qada hewayî ya Îraq û Kurdistanê biparêze. Ji bo ku dewleta tirk nikaribe qada hewayî ya Kurdistanê bikarbîne divêt hikûmeta Bexdayê vê pirsê bibe cem Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û rêxistina Yekîtiya Ereban.

4)     Parlamento her weha biryar jî dide ku heger hêzên pêşmerge bibin hedefa êrîşa artêşa tirk, mafê wan heye ku xwe biparêzin.

5)     Dewleta tirk, ji ber zerara ku di êrîşa xwe de daye başûrê Kurdistanê, pêwîste tezmînat bide.

Li ser van pêşveçûnên dawî û bi taybetî jî daxuyaniya Wezîrê parastinê yê Emerîkayê, Robert Gates, me bi siyasetzanê kurd Omer Şêxmûs re, min ber vê êvarê hevpeyvînek çêkir. Omer Şêxmûs dibêje destûra Emerîka ya ji bo Tirkiyê bê şert û sînor nîn in û ji ber vê yekê daxuyaniyên dawî ji bo wî suprîz nîn in. Şêxmûs her weha dibêje pêwîst e dewleta Tirk bi Partiya karkerên Kurdistan PKK re were ser masa hevdîtinê û ji pirsa kurd re çareseriyek siyasî peyda bike, weke mînaka Îrlanda û Filistînê.

Greva birçîbûnê li Sergelstorg

Bi armanca protestokirina êrîşa artêşa tirk ya başûrê Kurdistanê, li Kurdistan û gelek welatan çalakî tên li darxistin. Li Swêdê jî li meydana Sergelstorg a Stockholmê niha greveke birçîbûnê berdewam e. Hevkara me Şîlan Diljen îro çû meydana Sergelstorgê û bi wan 10 kesên ku tevlî greva birçîbûnê bûne re axivî.

Dawiya hefteyê jî dîsa li meydana Sergelstorgê dê dido meş werin li darxistin. Roja Şemiyê di saat 14.00 de Konseya komeleyên kurd li Swêdê û roja yekşemê di saat 13.00 de jî dê Federasyona komeleyên kurd û Kurdistanî li Swêdê xwepêşandan li dar bixin.

Piştperdeya aloziya navbera Kurdistan û Swêdê

Îlona Sala derbasbûyî wezîrê karê derveyê Swêdê Carl Bildt û wezîrê koç Tobias Billström ji bo hevdîtinan çûbûn peytexta Îraqê Bexdayê. Di wê serdanê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî Carl Bildt û Tobias Billström vexwendin bajarê Hewlêrê… Lê her dû wezîrên Swêdî ji bo vê vexwendinê qebûl bikin, şertekî li ser rêvebiriya Kurd ferz kiribûn. Şertekî wusa ku, serok-wezîrê hikûmeta kurd Nêçîrvan Barzanî dibêje ew nikaribûn qebûl bikin.

Qaîdeyên ji bo girtina şagirtan ya zaningehên Swêdê dîsa tên guhertin. Li gorî qaîdeyek nû, hewesa şagirt ya xwendina beşên Zaningehê li pêş not û dereceyên wê werin destekkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".