Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

28/02/2008

Hat weşandin torsdag 28 februari 2008 kl 17.34

Di bernameya îro de:

- Îstixbarata Swêdî Säpo û ya Norveçî îro serê sibê di operasyoneka hevbeş de çend kesên, ku ji bo amadekariya çalakiyên terrorîstî guman jê tê kirin, girtin. Säpo dîyar dike ku li Stockholmê 3 kes hatine girtin.

- Partiya Keskan ya Swêdê: Maria Wetterstrand, yek ji du berdevkên wan, dixwaze ew siyaseta xwe ya li beramberî Yekîtiya Ewropayê biguherînin.

- Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Civakî, bi swêdî Socialstyrelsen, îro rapora xwe ya salana ya di derbarê lênêrîna kal û pîran de pêşkêş kir û di wê raporê de dîyar bû ku gelek kêmasîyên cidî hene. Wek mînak bêtir û bêtir kal û pîr yên ku ji nexweşaneyê dikarin taburcî bibin dîsa jî li wir dimînin, ji ber ku di xanîyên kal û piran de cih tune.

- Karê zanîstî: Gelo, hûn dizanin heba alvedonê çawa çêdibe û çend sal digre heta dighîje destê me? Bersîva vê pirsê Dêrîn Kader dikare bide. Ew muhendizê kîmyayê ye, li zaningeha KTH li Stockholmê xwendîye lê wî berî çend rojan xwedina xwe xelas kir...

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".