Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

04/03/2008

Hat weşandin tisdag 4 mars 2008 kl 16.25

Di bernameya vê îro de:

- Qaçaxçîtîya penaxwazan: Li bajarê Halmstad, li hember 34 mirovan doz hatîye vekirin û sebeb jî qaçaxçîtîya penaxwazan yên ji Vietnamê ne. Penaxwaz, wek mînak, bi rêya zewacên sextê hatine vira û îzîna rûniştinê wergirtine. Niha 17 parêzer wan 34 mirovan diparêzin. Yek ji wan Håkan Gustavsson e.

- Xelata Olof Palme: Pervin Ardalan, rojnamavan û xebatkara mafê mirovan li rojhelata Kurdistanê û Îranê, xelata Olof Palme wergirtîye. Vê pênşemî, li Stockholmê, wê yê bi merasimekê ev xelata xwe bigirta. Lê roja yekşemê dema ku Parvin Ardalan di teyarê de bû û dê bihata bo Swêdê, ew hat girtin û her weha pasaportê wê ji wê hat stendin. 

- Hiphop: Di dawîya bernameya me de emê hîphopvan Nabîla Abdul Fattah ji Göteborgê bi we bidin nasandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".