Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Doz li hember qaçaxçîtîya penaxwazan vebû

Hat weşandin tisdag 4 mars 2008 kl 16.28

Li bajarê Halmstad, li hember 34 mirov doz hatîye vekirin û sebeb jî qaçaxçîtîya penaxwazan yên ji Vietnamê ne.

Penaxwaz, wek mînak, bi rêya zewacên sextê hatine vira û îzîna rûniştinê wergirtine. Niha 17 parêzer wan 34 mirovan diparêzin. Yek ji wan Håkan Gustavsson e. Ew behsa lêkolîna destpêkî ya dadgehê dike, ew lêkolîn niha gihîştîye 7200 rûpelan û li gor parêzer ew hêdî hêdî vê buyerê hîn bûye, lê her weha dibêje:

- Rola min û mirovên ku ez temsîl dikim sentral nîne.

Ev prosesa dadgehkirinê mezin e, û lêkolîna vî sûcî di sala 2005an de li Göteborgê dest pê kir.

Bi tevayî 34 mirov in, ji nav wan de 4 kes, wek serkêşên vî cûcî ji wan guman tê kirin. Û ev 34 mirov, ji bo qaçaxçîtîya mirovan ya tund, sextekarî û bikaranîna îmzayên sextê tên tawanbar kirin.

Polîs dikeve şikê ku ev 34 kes di netverkekê de cîh digirin û ji vê yekê pereyek mezin bi dest xistine, li gor polîs, ji 20 mîlyon kronan pirtir pere qezenc kirine. Wek mînak bi rêya zewacên sexte, yanî ji bo ku mirovan ji Vietnamê bînin bo Swêdê pere dane yekî an yekê ji bo ku ew bi penaxwazan re bizewce.

Her weha bi rêya testên genetîk an DNA derketîye holê ku bi kêmasî 25 zarok ne zarokên esil an biolojîk yên wan kesên ku wek bavên wan tên îdea kirin. Bi îhtimala mezin ev zarok hatine bikaranîn ji bo ku dê û bavên sextê bikaribin alîkarîya aborî bigirin.

Ji bo ku ev 34 mirovên ku niha tên tawanbar kirin bikaribin bên girtin, polîs avêtîye ser gelek malan û îfadeya ji 400 kesan pirtir girtîye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".