Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rejîma Iranê nehişt ku Parvin Ardalan bê bo Swêdê

Hat weşandin tisdag 4 mars 2008 kl 16.32

Parvin Ardalan, rojnamavan û xebatkara mafê mirovan li rojhelata Kurdistanê û Îranê, xelata Olof Palme wergirtîye. Vê pênşemî, li Stockholmê, wê yê bi merasimekê ev xelata xwe bigirta. Lê roja yekşemê dema ku Parvin Ardalan di teyarê de bû û dê bihata bo Swêdê, ew hat girtin û her weha pasaportê wê ji wê hat stendin.

Arne Ruth, ku weşanger e, di derbarê redkirina Parvin Ardalan ji alîyê hikûmeta Îranê ve wa dibêje:

- Berî her tiştî divê Swêd li hember vê yekê prostestoyekê pêşkêş bike. Parvin Ardalan, hemû belgeyên xwe girtibûn ba xwe ku bikaribe ji Îranê derkeve û bê bo Swêdê, lê dîsa jî di teyarê de hat girtin, ev ecêb e.

Ulf Samuelsson ji Wezareta Kar û Barên derva yê Swêdê dibêje:

- Li ser vê pirsê peywendîya me bi Îranê re hene, û em rewşê lêkolîn dikin ji bo ku em bizanibin ka çi dikarê bê kirin. Lê hîn di derbarê hatin an nehatina Parvin Ardalan de tu bersiv nehatîye.

Lê Arne Ruth hêvî dike ku hikûmeta Îranê dê fêm dike ku ev hereketa wan çewt e:

- Mirov nikare bi vî awayî mudaxela sefera hemwelatiyeka xwe ya ji bo derveyî welêt bike., loma ez hêvî dikim ku ew dê vê biryara xwe paşta bigirin ji bo ku Parvin bikaribe bê bo merasima roja pencşemîyê.

Lê Parvin Ardalan bi xwe bawer nake ku ew dê roja pencşemîyê bikaribe bê bo Swêdê.

Xelata Olof Palme di sala 1987an de cara pêşî hat belav kirin. Xelatek salane ye û ji bo mirovekî an miroveka ku bo mafê mirovan têkoşîn dike tê dayin.  Xelat ji 75 000 dollaran pêk tê û Parvin Ardalan, ev xelat bo xebata xwe ya demokrasî û mafê mirovan, bi teybetî mafê jinan, wergirt. 

Fataneh Farahani li zaningeha Stockholmê etnolog û lêkolîner e, li gor wê Navenda Olof Palme biryarek di cî de girtine ku Parvin Ardalan wek xelatgir hilbijartine:

- Mirovên wek Parvin Ardalan û hevalên wê li dijî qanûnên ku cudatîyê dikin derdikevin, û loma hikûmeta Îranê reaksiyon nîşan dide. Her weha reaksiyona hikûmeta Îranê dîyar dike ku ji bo hebûna rejîmê îranî pirsa jinan pirsek navendî ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".