Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Serhildana hemşîran

Hat weşandin onsdag 12 mars 2008 kl 16.31

Hemşîrên Swêdê serhildanê dikin. Serhildaneke ku li Västerås bi rêya hemşîra kurd Fatma Aslan destpêkir niha belav bûye nav piranîyên hemşîreyên Swêdê.

-         Ez ji miaşê xwe ne razî bûm, loma min ev kampanj destpêkir, fatma Aslan dibêje.

Protestoya ku hemşîre Fatma Aslan li Västerås destpêkirî niha belav bûye li hawîrdorê Swêdê. Bi rêya înternetê ew  manîfestoya xwe û şertên xwe belav dikê. Serhildan bi navê löneupproret tê meşandin, yanî serhildana miaşan. Yek ji Şertên wan ewin ku miaşê wan bi heyvê 5000 kron zêde bibê. Heta niha ji 7000 gelektir mirovan îmza xwe di bin manîfestoya wan nivîsandine.  

- 2000 ji van navan ên hemşîre ne ku hazirin ku wê dev ji karê xwe berdin ku şertên me newne cih. Fatma Aslan dibêje.

Bar hemşîrên li Finlanda jî protesto kirin û xwestin miaşê wan bilind bibê. Wa heyvê 6000 kron gelektir xwestin. 12 800 hemşîran tehtîd kirin ku dev ji kar berdin. Wî tiştekî weha kê ku sîstema lênerîna nexweşan ya Finlanda xirab bibê. Roja berî ku wî hemşîre dev ji kar berdin kardêr şertên wan anî cih û miaşê wan bi sedî 28 zêde kirin.

- Em ji sendîqa xwe ne razîne. Sendîqê pişta me ne girtîye û li gora şertên me ne çûye. Fatma Aslan dibêje

Şêfê hemşîrên li Västerås serokê meclisa wilayetê Rolf Forström her heyv 150 000 kr, 25 000 kron gelektir ji serolê serokwezîrê Swêdê. Gelo ew dibêjê bila miaşê hemşîra bi çiqasî bilind bibê

- Ji sedî sê û ne zêdetir, Rolf Forström dibêje. Rolf Forsström bixwe miaşê xwe bi sedî 50 zêde kir. Gelo heqe ku wisa bê?

-  Ew li ser hejmarê dimêne…ji sedî sê ji bo geleka dibê gelektir pere ji sedî 50 ji bo yekî.

Sukran Kavak

Sukran.Kavak@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".