Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Girtî - ji ber nasnama ne diyar!

Hat weşandin tisdag 8 april 2008 kl 17.17

Heger tu penaxwaz î û nasnama te ne diyar e - belê, wê demê dibe ku tu demek dirêj li zindanek bi navê ”Çavdêriya penaberan” (Flyktingförvaring) bimînî…

Gelo tiştekî rast e, mirov penaxwazek ku nasnama wî ne diyar e, bi mehan û carnan zêdeyî salekî girtî bihêle? Bi ya hikûmeta Swêdê; belê, rast e. Li hêla din li Yekîtiya Ewropa niha pêşniyazek tê nîqaş kirin ku mirovên nasnameyên wan ne diyar zêdeyî şeş meh girtî nemînin. Lê hikûmeta Swêdê li dijî biryarbûna vê pêşniyazê ye.

Gelo li Swêdî wekheviyek rastî di nav jin û zilaman de heye an na? Ev pirs carek din bi lêkolîna Kasaya sîgortayê tê rojevê. Li gorî lêkolîna wan zilam ji jinan kêmtir rojên bênvedana ji bo lênêrîna zarokên xwe digirin. Lê bi ya Kasaya sîgortayê sedemê vê ew e ku zilam ji para xwe ya wergirtina rojên bênvedanê hayedar nîn in.

Îro roja Roman ya navnetewî ye, ku ji aliyê Roman ve li seranserê cîhanê tê pîrozkirin bi munasebeta yekemîn kongreya navnetewî ya Roman ku 8 nîsana sala 1971’an li Londonê li dar ket. Li Swêdê gelê Rom cara yekem di sala 2000î de weke kêmenetewek hatin naskirin. Lê Romên ciwan dibêjin pêşhukmiyên li hemberî wan ji ber vê yekê kêmtir nebûne. Alan Kaldras serokê komela romên ciwan behsa vê yekê dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".