Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd, malovana konferansa Iraqê..

Hat weşandin torsdag 10 april 2008 kl 17.49

Di nav gelek pirsan de dê mesela Kêrkûkê jî yek ji mijarên konferansê be, dibêje Carl Bildt wezîrê karê derve yê Swêdê.

Konferansa navnetewî ya Îraqê dê li Swêdê çê be. Hikûmet vê biryara xwe bi awayek fermî bi civînek çapemeniyê da zanîn. Gelo çima konferansek li ser Îraqê li Swêdê çêdibe. Wezîrê karê derve Carl Bildt dibêje. Sekreterê gîştî yê Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Îraqê vê pêşniyazê li me kir û me jî ev qebûl kir. Bi ya me îstikrara li Îraqê di berjewendiyên Ewropayê de ye jî. Carl Bildt radighîne ku dê serok-wezîrê Îraqî Nurî el Malikî jî beşdarê Konferansa Îraqê bibe, lê konferans bi xwe dê di mustewa wezîran de çê bibe û ewê bang bikin hikûmetên welatên cîranên Îraqê jî ku konferans de beşdar bibin.  

130 rêwiyên ku ji Swêdê bi balafir diçûn Kurdistanê li Kopenhagenên 2 roj neçar man ku rawestin. Şîrketa balafiran Viking Airlines, li gorï ku rêwî ji ajansa nûçeyan a Swêdê TT re dibêjin, tu alîkarî neda wan.  Acentaya ku van rêwîyan bilêtên xwe jê kirî bûn Atroush air e, li Stockholmê. Hekîm Etroşî yê ji vê acentayê dibêje ew ji vê bûyerê ne razî ne. Viking Airlines ji ber kêmasîyên xwe û her weha ji ber nedayîna deynê xwe ji aliyê rojnama mesrefkaran RÅD & RÖN ve hatiye girtin ji bo lîsta reş. Gelo Atroush air çima bi şîrketek lîsteya reş de re kar dike? Hekim Atroşî dibêje ew nijkare bersiva vê pirsê bide lê ev sisê sal in ew bi Viking Airlines re hevkarî dikin û heta niha pirsgirêkek bi vî rengî çênebûbû.

Bajarê Göteborgê ji ber malbatên ku xaniyên teng de dijîn qaîdeyên nû çêdike. “Ev qaideyên nû bangekê alîkariyê ye li hember siyasetek şaş ya penaberî û entegrasiyonê” dibêje Göran Johansson, rêvebirê şaredariyê ku van qaîdeyan kir biryar.

Cara ewil dê li Swêdê zarokek bê çêkirin sirf ji bo ku karibe jiyana xuşk an jî birayek xwe yê ku li ber mirinê ye xelas bike. Ev tişt berê ne mumkun bû, lê piştî guhertina qanûnan re niha nexweşxane di vî warî de xizmetê didin. Helena Richardson ew xanime ku niha zarokek tîne dinyayê ji ber ku bi alîkariya wê, zarokek xwe ya din jî ji mirinê xelas bike.

Xortekî 23 salî ku xwe li girtîgeha bajarê Mariestad darda kir piştî hat dîtin ji aliyê personelê girtîgehê ve neh deqîqe aliqandî hat hêştin. Ev bûyer dido meh berê qewimî lê berpirsên girtîgehê rastiyê ji malbata wî xortî re negotin.

Heyetek mamosteyên kurd ji başûrê Kurdistanê di çarçova projeyek demokrasî, yeksanî û bikaranîna sîstema kîtebxaneyên swêdî li Kurdistanê hatin serdana bajarê Eskilstunayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".