Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Aydin Orak li Stockholmê dîn dibe!

Hat weşandin fredag 11 april 2008 kl 17.18
Stêrkek nû li ezmanên teatra kurdî

Şanogerekî nû yê li ezmanên teatra kurdî sibê êvarê li Stockholmê derdikeve pêş bînerên kurd. Navê wî Aydin Orak e û ewê leyîstikek klasîk yê Gogolê rûsî pêşkêş bike. Navê leyîstikê ”Rojnivîska dînekî” ye. Ev çalakiya hunerî ji aliyê komela Perkurd û ABF ve tê amadekirin. Di vê bernameyê de emê hem Aydin Orak nas bikin û hem jî hunera wî. Aydin Orak bi leyîstika ”Rojnivîska Dînekî” roja şemiyê 12 nîsanê saat 18.00 li ABF a Sollentunayê derdikeve pêş bînerên xwe. Teatro bê bilêt e…

Konferansa Navnetewî ji bo Iraqê li Swêdê. Ji 80 welatan wezîr dê beşdar bibin, yek ji wan ya Emerîkayê Condoleeza Rice…

Wezîrê koç Tobias Billström got li Yekîtiya Ewropayê tenê Swêd û Belçîka bê şert xizmên penaberan qebûl dikin! Lê derket holê ku ev îddîa wî ne rast e…

Rêvebirê Şaredariya Södertälje Anders Lago li pêş kongra Emerîkï axivî di derbarê penaxwazên ji Îraqê de… Emerîka jî niha soz da jimara penaxwazên ji Îraqê qebûl dike bilind bike…

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".