Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Anders Borg, butça buharê diyar kir...

Hat weşandin tisdag 15 april 2008 kl 17.04
Anders Borg, wezîrê fînansê Scanpix

Wezîrê aboriyê Anders Borg butçeya bûharê diyar kir; rewşa navnetewî ne baş e, lê Swêd bi welatên din re qiyas xwedî aboriyek bêtir bi îstikrar e…

Wezîrê aborî û fînansê Anders Borg îro butça buharê diyar kir: Li gorî vê: Mezinbûna Swêdê kêm dibe, bêkarî zêde dibe. Enflasyon bilind dibe, lê dîsa jî di qasaya dewletê de têra xwe pare heye ku bac a mirovên kar dikin bi 250 kronên din kêm bikin. Li nirxandina wezîrê aboriyê Anders Borg ya rewşa aborî guhdar bibin.

Li hêla din li gelek welatên cîhanê tirsa xelayê heye. Ji ber gelek sedemên cûda buhaya xwarinê gelek bilind bûye, her weha li Swêdê jî, lê welatên ku herî zêde ji vê yekê tesîr digirin elbet welatên xizan in. Dawiya hefteyê li Washingtonê aktorên mezin ên aboriya cîhanê civîyan. Mesaja wan ev e: Heger pêşî li ber bilindbûna buhaya xwarinê neyê girtin dê xizanî û birçîbûn li gelek welatên cîhanê zêdetir bibe û ev yek jî dê bi xwe re bê îstikrariyek mezin ya sîyasî bîne.

Li Swêdê gelek mirov û malbat hene ku ji ber sedemên cûda ketine bin deynên giran. Lê ji bo ku ew karibin ji dewletê alîkarî wergirin divêt ew li dorekê de bisekinin. Carnan zêdeyê salekî jî. Lê ev sekan gelek kesan bêzar dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".