Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
GREVA HEMŞÎRAN!

3500 hemşîre di grevê de...

Hat weşandin måndag 21 april 2008 kl 16.47

Sendîka gîştî ya hemşîran, Vårdförbundet, îro saat 12’ de, 3500 endamên xwe têxist grevê. Lê bi qasî 1000 (hezar) ji wan hemşîreyan ku di beşên acîl û heyatî yên nexweşxanan de kar dikin dê nikaribin dev ji karên xwe berdin. Hemşîre dibêjin ji ber ku ew di beşekê de ku piranî jin tê de kar dikin, maaşên nizim werdigirin.

1700 kron bêtir dixwazin, hemşîre û personelên wekî pîrik û analîzkar. Ji ber ku ev daxwaz bicîh nehatiye wan îro li seranserê Swêdê dest bi grevê kirin. Navcînî maaşê hemşîreyek 24 hezar kron e. Lê Malin Håkansson a ku li servîsa acîl a zarokan ya nexweşxana Huddinge ya derveyê Stockholmê kar dike 21.400 digire û ne kêmî 26 hezar kron maaş dixwaze.

- Ev demeke dirêj e em li benda pêkanîna vê grevê ne ji ber ku her kes fam bike da qîmeta me çiqas buhaye, dibêje Malin.

Maria Lindblom a ku li heman servîsa acîl ya zarokan kar dike mehê 24.500 kron digire, tevî ku 11 sal weke hemşîre kar kiriye, pisporiya wê heye û 4 sal dibistana bilind xwendiye. Maria  dibêje ew li beşa pisporiya xwe kar nake, ji ber ku maaşên li wê derê bêtir nizim in.

Dr. Nikolaus Kostulas ku li heman servîsa acîl kar dike dibêje heger hemşîre têkevin grevê û dev ji kar berdin dê xebata wan nemeşe û kar û barê wan bêtir bi stress be.

- Dibe ku em vê servîsa acîl bigirin, dibêje Dr. Kostulas.

Li gorî qanûnan doktor an jî personelên din nikarin karê karkerekî ku di grevê de ye bikin.

- Em nikarin derziyek jî li yekî bidin di şûna wan de. Helwesta wan di cîh de ye. Maaşê xebatkarên tendrustiyê gelek nizim e, dibêje Dr. Kostulas.

Iro 3500 endamên sendika tendrustiyê derketin grevê. Heger daxwaza wan qebûl nebe êwê di 5 gulanê de 3500 kesên din jî bikşînin nav grevê dibêje serok Sendika tendrustiyê Vårdförbundet, Marina Olsson:

- Me hêvî dikir ku em vê grevê pêk neynin û di şûna wê de li ser peymanek baş hemfikir bibin. Lê niha em amadeyî her tiştî ne. Ev greva me li dijî karbidest e ku peymanek baş bidin me. Mixabin em xwedî pîşeyekê wusa ne ku ev nexweşan jî mexdûr dike. Ji ber ku ev mexdûriyek giran nebe me personelên li beşên servîsên acîl, zaîşgeh û nexweşxaneyên zarokan nekişandiye nav grevê. Her weha hemşîreyên bi nexweşên giran yên ber emeliyatê re kar dikin jî me ji derveyê greve girtiye, dibêje Marina Olsson, seroka sendîka Tendrustiyê.

Belê, karbidest, ku şaredarî û wîlayetên Swêdê ne, daxwaza bilindkirina maaş ya bi 1700 kronî qebûl nakin. Ew dibêjin hemşîreyan ji sala 1995 ve ew beşa  bazara kar in, ku herî zêde zam wergirtine ji bo maaşên xwe.

Her çendî îro 3500 hemşïre dest bi grevê kirine jî ji wan 1000 kes hêj jî neçar in kar bikin ji ber ku ew di beşên girîng û rîska jiyanê bilind de kar dikin.

Lê tevî ku ev 1000 kes nikarin grev bikin jî dîsa jî hîn personelên servîsên acîl destûra grevê girtine. Ji ber vê yekê li bajarek wekî Göteborgê tenê 2 servîsên acîl vekirîne. Ya Sahlgrenska û servîsa acîl ya navçeya Mölndalê, dibêje şefdoktor Ing-Marie Bergbrandt.

- Ev jî dikare bibe sebeb ku gelek ji nexweşan dê rêyek dirêjtir biçin ji bo xwe bigihînin nexweşxanê û li servîsên acîl jî de dor dirêjtir be.

Lê Bergbrant her weha balê jî dikşîne ser wê rastiyê ku;

- Heger ew pêwîstî bibînin emê yekser emir bidin wan hemşîreyën ku di grevê de ne ku ew ji ber şertên awerte vegerin ser karên xwe.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".