Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zewaca zarokan sûc e!

Hat weşandin tisdag 22 april 2008 kl 17.35

Dê û bavên ku zarokên xwe yên binya 16 salî li welatekî derveyê Swêdê bi zorê bizewicînin divêt bi 2 sal cezayê girtîgehê werine cezakirin, daxwaz dike lêkolînek ku ji wezîra edaletê û parlamentoya Swêdê re îro hat pêşkêşkirin. Wezîra edaletê Beatrice Ask dibêje heger dê û bav ji zewaca zarokên xwe pare qezenc bikin ev cezayê 2 salan di cîh de ye.

Nêzî 2 meh berê lêkolînerek kurd ji Rojhilatê Kurdistanê hat zaningeha Stockholmê ji bo ku hem ders bide û hem jî lêkolîna xwe bi dawî bike. Di hevpeyvînek de bi Zayele re lêkolîner Irfan Qane-î Ferd dibêje wî ji bo nivîsandinek pir-alî ya jiyana siyasî ya serok-dewletê Îraqê Celal Talabanî bi 170 siyasetmedarên navdar ên cîhanê re hevpeyvîn çêkiriye.

Komek şano û muzîkê ji Stembolê van hefteyên dawî mêvanên Swêdê bûn, vexwendî ji aliyê teatra netewî Riksteatern. Navê wan ”Garaj Îstanbûl” e û bi hunera xwe ew dixwazin bidin famkirin ku hemû gelên li Tirkiyê dijîn her yek tamekê û têdeyiyekê xwarina aşûre ne.

AGAHÎ…AGAHÎ…AGAHÎ

Sibê di saat 17.00 de, guhdariya nîqaşek fereh ya li ser siyaseta koç a Swêdê û zivirandina penaberên kurd ji bo peytexta Îraqê Bexdayê bikin. Rêvebirê bernama sibê Nasir Sîna ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".