Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Pêşniyaza qanûnek nû:

Zewaca zarokan sûc e!

Hat weşandin tisdag 22 april 2008 kl 17.47

Dê û bavên ku zarokên xwe yên binya 16 salî li welatekî derveyê Swêdê bi zorê bizewicînin divêt bi dido sal cezayê girtîgehê werine cezakirin, daxwaz dike lêkolînek ku ji wezîra edaletê û parlamentoya Swêdê re îro hat pêşkêşkirin.

Wezîra edaletê Beatrice Ask dibêje heger dê û bav ji zewaca zarokên xwe pare qezenc bikin ev cezayê dido salan di cîh de ye.  

- Bi ya min ne di cîh de ye ku dê û bav zarokên xwe bi berdêla pare bidin zewicandin. Mirov nikare tiştek wusa li Swêdê bike û divêt di vî warî de mirov gelek zelal be. Heger dê û bav zarokên xwe têxin nav rewşek wusa ku wan bi xwe ne bijartine wê demê ew ji vê yekê berpirsiyarin. Elbet wê demê pêwîste civak jî helwestek wusa dayne ku mirovê bi tewan rabûye encama kiryara xwe jî bibîne, dibêje wezîra Edaletê Beatrice Ask.

Lêkolîna ku îro ji hikûmet û parlamentoyê re hat pêşniyazkirin ji aliyê endama komiteya bilind a dadgeha îstinafê Agneta Lindelöf ve hatiye çêkirin.

Lêkolîn di esasê xwe de li ser bazirganiya mirovan e û bi taybetî bazirganiya bi jinan ji bo ku ew wekî fahîşe bêne xebitandin, lê her weha bazirganiya mirovên ku weke karkerên erzan-maaş têne xebitandin û zarokên ku ji aliyê çeteyan ve tên neçarkirin ku destên xwe vegirin.

Lê di vê lêkolînê de her weha zewaca zarokên bin 16 salî ji aliyê dê û bavan ve jî tê xistin nav katekoriya bazirganiya mirovan heger dê û bav van zarokên xwe bi berdêla pare bidin zewicandin.

Lê ne tenê zewaca bi pare tê cezakirin. Her weha lêkolîn dibêje zewicandina zarokek binya 16 salî li welatek derveyê Swêdê jî sûcekê krîmînel e. Lêkolînera hikûmetê Agneta Lindelöf:

- Heger mirovek bihêle zarokek bin 16 salî li derveyê welat bizewice wê demê divêt ew ji ber sûcê çavgirtina zewaca zarok bê cezakirin, di bin wî mercî de ku ew zarok hemwelatiyê Swêdê an jî xwedî rûniştina li Swêdê ye û zewaca wê li wî welatî derbas dibe.

Gelo çiqas normal e ku ji Swêdê zarokên bin 16 salî bi zorê li welatekî din ji aliyê dê û bavên xwe ve têne zewicandin? Bersiva vê pirsê ne wezîra edaletê Beatrice Ask û ne jî lêkolîner Agneta Lindelöf dizane. Lê Lindelöf dîsa jî îddîa dike ku jimarek ku mirov nikare jê re çav bigre heye.

Gelo di vê lêkolîna nû ya ji bo çêkirina qanûnên li dijî bazirganiya însanan de tiştê nû çî ne? Wezîra edaletê Beatrice Ask:

- Lêkolîn gelek zelal nîşan dide ku bazirganiya bi însanan rêze-sûcekê ye… Gelek tiştên cûda bi hev re rê li ber bazirganiya însan vedikin. Lê niha tê zelalkirin da çi qewimiye. Bi berê re qiyas, ne pêwîste mirov ji bo her helqeyekê vê bazirganiyê delîl ferzbike ji bo hikûmdayîna bazirganiya mirovan. Bi vî re dê hêsantir bibe ji bo meqamên edlî ku ceza bidin wan mirovên bi tewanên bi vî rengî radibin. Dibe ku zehmet be mirov tiştek ku li welatekî din gelek sal berê qewimiye îspat bike. Lê mirov dikare bûyerên hîn beş û helqeyên vê zincîrê îspat bike û ceza bide. Bi vî re qanûn jî tên tundkirin, dibêje Beatrice Ask, wezîra edaletê.

Agneta Lindelöf jî li ser vê babetê mînakek dide:

- Heger ez fam bikim ku bi şandina keçikek ya Swêdê re dê tiştek xerab bê serê wî keçî, weke mînak ji bo fahîşetiyê, lê ez ji vê yekê re çavên xwe digirim ji ber ku ez pare qezenc dikim, dê bes be ji bo ku ew mirov ceza bigire, li gorî pêşniyaza me. Tiştek wusa niha tuneye.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".