Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dibistanên Swêdê hedefa Nazîstan e...

Hat weşandin onsdag 23 april 2008 kl 15.29

Bêtirî yek ji pênc dibistanên Swêdê bûye hedef ji propagandaya nazîsm û nijatperestiyê re…

Ev jimar, encama lêkolînek bi anketan e ku Radyoya Swêdê ji hemû dibistanên Swêdê re şandiye. Hezar û sê-sed dibistan bersiv dane van anketan. Rickard Ekmanm, berdevkê Cepheya Nasyonal Sosyalist ya Nazîst e û dibêje:

- Belê, em wekî hemû partiyan dikin, ji be ku ciwan pêşeroja me ne. Ew gelek vekirîne ji mesajên mer e. Ji ber vê em giraniya xwe didin ser ciwanan, dibêje Rickard Ekman, berdevkê Cepheya Nasyonal Sosyalist.

Li gorî lêkolîna Radyoya Swêdê, ji sedî 22ê dibistanan bûne hedefa propagandaya nijatperestî. Ji sedî 8ê dibistanan jî radighînin ku sempatîzanên nazîst û rêxistinên dijminên biyaniyan li hundirê dibistanan personel û şagirt tehdît kirine an jî tund û tûjî li hember wan nîşan dane.

Her weha guhdariya nîqaşek fereh ya li ser siyaseta koç a Swêdê û zivirandina penaberên kurd ji bo peytexta Îraqê Bexdayê bikin.  Rêvebirê bernama sibê Nasir Sîna ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".