Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i Kronåsens industriområde med kraftig rökutveckling som följd.
(Publicerat idag kl 15.48)
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Dibistanên Swêdê hedefa nazîyan!

Hat weşandin onsdag 23 april 2008 kl 15.33

Bêtirî yek ji pênc dibistanên Swêdê bûye hedef ji propagandaya nazîsm û nijatperestiyê re. Ev jimar, encama lêkolînek bi anketan e ku Radyoya Swêdê ji hemû dibistanên Swêdê re şandiye. Hezar û sê-sed dibistan bersiv dane van anketan. Rickard Ekmanm, berdevkê Cepheya Nasyonal Sosyalist ya Nazîst e û dibêje:

- Belê, em wekî hemû partiyan dikin, ji be ku ciwan pêşeroja me ne. Ew gelek vekirîne ji mesajên mer e. Ji ber vê em giraniya xwe didin ser ciwanan, dibêje Rickard Ekman, berdevkê Cepheya Nasyonal Sosyalist.

Li gorî lêkolîna Radyoya Swêdê, ji sedî 22ê dibistanan bûne hedefa propagandaya nijatperestî. Ji sedî 8ê dibistanan jî radighînin ku sempatîzanên nazîst û rêxistinên dijminên biyaniyan li hundirê dibistanan personel û şagirt tehdît kirine an jî tund û tûjî li hember wan nîşan dane. Daniel Poohl şefredaktorê kovara li dijî nijatperestiyê EXPO ye 

- Gelek diyar e ku rêxistinên bi vî rengî dibistanan wekî arena û plattforma qezenckirina endamên nû dinirxînin.

Encamên anketan nîşan jî didin ku amadekariya gelek ji dibistanan ya li dijî propagandaya nazîstan qels e. Ji sedî 22ê muduran dibêjin îmkan û haziriyên wan tuneye ku li dij van rêxistinan kar bikin. Lê Daniel Poohl ê ji Expo dibêje pêwîst e dibistan van probleman ciddî bigire dest.

- Her çendî sempatiya ji bo van rêxistinan ne mezin be jî, gereke mirov qebûl bike ku ev hene. Ya girîng ew e ku bi wan şagirtên xwedî van sempatiyan re dîyalog were danîn. Ne bes e ku dibistan carnan rojen taybetî yên bi temayên li dijî nijatperestiyê çêbikin. Divêt karê li hemberî dijmintiya biyaniyan bibe perçeyek ji dersên rojane yên dibistanê. Gereke mirov bihêle ku şagirtên xwedî sempatiyên nazîst gotina xwe bibêjin. Lê her weha ewqas jî girîng e ku mamoste û şagirtên din karibin li hemberî wan bi argumanên baş nîqaş bikin. Nîqaşa van pirsan bi qasî mirov texmîn dike hêsan nîne, dibêje Daniel Poohl ji Expoyê.

Mirov dikare grubên dijîtiya biyaniyan dikin bi 2 awayî beş bike. A yekem partiyên Demokratên Swêdê (Sverigedemokrater) û Demokratên Netewî (Nationaldemokrater) in. Her dû partiyan jî niha dev ji profîlên xwe yên şîddetkar û nijatperest berdan e. Gruba dûem weke Tevgera Destheladariya Spîyan (Vitmaktrörelsen) tê binavkirin. Ev grup, nijatperestiya xwe vekirî tînin ziman û qismek ji wan jî vekirî xwe dibêjin ew nazîst in. Çend ji wan rêxistinan Cepheya Nasyonal-Sosyalist (Nationalsocialistiskt Front), Tevgera Berxwedanê ya Swêdî (Svenska motståndsrörelsen), Info 14 och Neteweperestên Azad (Fria Nationalister). Lê reqabeta navbera van rêxistinan bûye sedem ku ew bêtir alîgirê bikaranîna şîdetê bûne, dibêje analîzkara-pispor ya îstixbarata Swêdî SÄPOyê, Karin Lönnheden:

- Berê van rêxistinan nav xwe de li hevkiribû ku hevûdû rexne nekin û endamên hev ji hev nedizin. Lê niha reqabet ewqas xurt bûye ku ew li dijî hev şîddet bikar tînin û jimara fraksiyonên wan jî zêde dibe.

Di pêvajoya hilbijartinên 2006 de Cepheya Nasyonal-Sosyalist xwest li dibistanan kampanya xwe bimeşîne. Lê dibistanan vê yekê qebûl nekirin. Lê berdevkê vê rêxistinê Rickard Ekman ne reşbîn e. Rojevek wan ê din heye…

- Li Stockholmê hemû dibistanan serlêdan me red kirine. Tiştê wê demê em dikin ew e ku em bi komên biçûk li pêş dibistanan an jî rawestgehên otobusan yên nêzî wir belavok belav dikin şagirtan. Carnan jî dema jimara me kêm e, em dadikevin hundirê dibistanan û belavok têdixin hemû dolabên şagirtan.

Şîddet li hember dijberan û propaganda hacetên bingehîn yên rêxistinên nijatperest in. Endamên wan ên navcînî ciwanên bi xwendina kêm û ji derdoreke krîmînel tên. Jimara van nazî û nijatperestên tund-û-tûj bi ya SÄPO 1200 kes e. Dibe ku jimarek biçûk be lê helwesta wan a tund hêza wan e. Şefredaktorê kovara Expo, Daniel Poohl dibêje tiştê ku van ciwanan cezb dike romantîzmaya şîddetê ye:

- Şîddet bingehê van rêxistinan e û bi taybetî jî di pevçûnên xwepêşandanan de tê bikaranîn. Şîddet çekeke siyasî ye ji bo wan. Romantîzma şîddetê dibe sedem jî ku endamên van gruban weke tiştek rewa dibînin ku li dijberên xwe bidin û zerarê bidin mirovên ku wekî wan nafikirin. Ne her tim ew vê şîddetê li ser navê rêxistinên xwe bikar tînin. Lê ev rêxistin wan îkna kirine ku civak li dijî wan e, civak ji aliyê cûhiyan ve tê rêvebirin. Ji ber vê divêt sîstema demokratîk bê hilweşandin û mirovên ku bi gotina wan li li ser keda swêdiyan ”parsekî” dikin ji welêt werin derxistin.

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".