Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nazî dikarin li dibistanan propaganda bikin!

Hat weşandin fredag 25 april 2008 kl 16.26

Dibêje Mufettişê hikûmetê yê hiqûqî, Göran Lambertz li ser propagandaya rêxistinên nijatperest li dibistanan.

Mufettişê hikûmetê yê hiqûqî, Göran Lambertz, di biryarek xwe de dibistanek li bajarê Köping rexne dike ji ber ku wan rê nedane Partiya Neteweperestên Demokrat, ku bi dijîtiya xwe ya li beramber biyaniyan tên nasandin. Lambertz dibêje mafê îfadekirina ramanê ji bo hemû partiyan û kesan derbas dibe û dibistan şaşîtiyek kiriye.

-Bingehê rexneya min ew e ku qanûn bingehîn ya Swêdê dibêje mirov nikare rê li ber belavkirina nivîsan bigire bi mebesta ku mirov ji naveraka wan hez nake. Pêwîste helwesta mirov a li hember hemû partiyan wek hev be. Rênedan divêt li ser bingehên objektîf bin, dibêje Göran Lambertz, mufettîşê hikûmetê yê hiqûqî…

Demek berê, Partiya Neteweperestên Demokrat, Nationaldemokraterna, ji dibistana Karlbergsskolan a li bajarê Köpingê daxwaz kiribû ku destûr bidin wan ku li dibistanê belavokên xwe belav bikin.

Lê mudurê dibistanê vê yekê red kiribû, bi baweriya ku dê xebata propagandeyî ya vê partiyê dê weke taadakî bibana li hember şagirtên ji eslê biyanî.

Li ser vê yekê Neteweperestên demokrat serî li Muffetîşê hikûmetê yê hiqûqî dan û wî jî vê biryara xwe ya îro da.

Gelo di cih de ye ku mirov rê bide propagandaya partiyek ku dîktatorî dixwaze û mesajên nijatperest dide?

- Mafê mirov tuneye ku xebata partiyekê ji serê ewil ve qedexe bike. Lê heger ew bi gotinên xwe bi tewan û sûcek rabin, wê demê mafê mirov yê mudaxeleyê heye. Lê li Swêdê Sansûr qedexeye, mirov nikare tiştek ku hêj nehatiye gotin ji pêşîyê ve qedexe bike, dibêje mufetîşê hikûmetê yê hiqûqî Göran Lambertz.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".