Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dostaniyek 40 salî...

Hat weşandin onsdag 30 april 2008 kl 16.01
Omer Şêxmûs, Olof Tandberg û Cemal Alemdar Wêne: Zana Serin

Olof Tandberg weke dostekî gelek giranbiha yê kurd tê nasîn. Wî sala 1966 komeleya piştgiriya kurdan saz kir û kurd û Kurdistan bi Swêdiyan da nasandin. Ji ber xebata xwe ya bi salan, Tandberg sala çûyî, di Galaya kurd de nîşana ”Dostê kurd yê rûmetê” wergirt.

Û niha bi pirtûkek bi navê ABC ya Kurdistanê, ji perspektîv û bi tecrûbeyên xwe behsa kurd û Kurdistanê dike. Roja çûyî Tandberg li Kîtebxana kurdî ya li Stockholmê pirtûka xwe danasîn.

Dostên berê yê vê dostê kurd, Cemal Alemdar û Omer Şêxmûs di vê beşa dûem a li ser Olof Tandberg de behsa xebata piştgiriya kurdan ya ji salên 1966 dikin û serpêhatiyên xwe yên hevbeş yên bi Tandberg re bahs dikin.

Roja çûyî (28 nîsanê 2008) Tandberg li Kîtebxana kurdî ya li Stockholmê pirtûka xwe danasîn.

Dostên berê yê vê dostê kurd, Cemal Alemdar û Omer Şêxmûs di vê beşa dûem a li ser Olof Tandberg de behsa xebata piştgiriya kurdan ya ji salên 1966 dikin û serpêhatiyên xwe yên hevbeş yên bi Tandberg re bahs dikin.

Her kursiyek li salona biçûk ya Kîtebxana kurdî ya li Stockholmê dagirtî bû, dema nivîskar, çalakê mafên azadiyê yê Swêdî û dostê kurd yê navdar Olof Tandberg dê pirtûka xwe ya li ser Kurdistanê bida nasandin.

Di nav guhdaran de, ji bilî çend kesên ciwan piranîyek mezin por sipî yên bi emir bûn. Bi gotinek din ew kurdên ku gelek sal berê hatine Swêdê.

Olof Tandberg dibêje navê pirtûka wî ”ABC om Kurdistan ango ”ABC ya Kurdistanê”, wî ji Alfaba Mehmed Emin Bozarslan girtiye ku cara ewil nêzî 40 sal berê li Swêdê hat çapkirin û hat şandin ji bo Kurdistanê. Lê ev pirtûk bi temamî li ser bingehê tecrûbeyên wî û perspektîfa wî ya şexsî hatiye nivîsandin.

Her sernivîsek pirtûkê herfekê ye. A ji bo Arkelojî, B ji bo Berzanî, G ji bo Gasimlo, H ji bo Helepçe, M ji bo Mahabad, P ji bo Pêşmerge, T ji bo Talabanî û herfa dawî Ö ji bo Öcalan. Bi her herfekê Tandberg behsa mijarek an jî mirovekî navdar ê kurd dike. Her çendî ne ansîklopediyek be jî di saya van herfan de mirov gelek agahiyên fereh li ser Kurdistanê dikare bidest bixe. Û pirtûk jî bi wêneyên fotografê norvecî George Kristiansen hatiye xemilandin. Pirtûk ji aliyê weşanxana kurdî APEC ve hatiye çapkirin.

- Fikra nivîsandina pirtûkek li ser kurdan hat bîra min ji ber ku kurd li ber dilê min cihek xwe yê taybetî heye û hîna jî ez pirsa wan weke pirsa xwe dibînim, dibêje Tandberg.

Tandberg, ku weke şewirmendê serokê akedemiya zanistiyê ya Swêdê kar kiriye  dibêje ev 8-10 sal in ew difikirî vê pirtûkê binivîsîne. Intressa wî ya herî mezin kêmenetew in û bi taybetî jî Kurd û Tandberg bibïr jî tine:

- Swêd ew welatê cîhanê ye ku herî zêde pirtûkên kurdî û li ser kurdan lê hatiye çapkirin.

Olof Tandberg kurdan bi rêya xebata xwe ya damezirandina rêxistina Efuyê ya navnetewî Amnesty International li Parisê nas kir.

Bi nasîna ciwanên kurd yên wekî Cemal Alemdar û piştre Omer Şêxmûs re Olof Tandberg û çend navdarên din ên Swêdî û kurd di sala 1966 de Komeleya Piştgiriya Mafên Mirovan ên kurdan sazkirin û bi rêya Amnesty û awayên din zilma ku li ser gelê kurd hebûn bi-lêv kirin. Ji ber ku min dît kurd li ber qirkirinê bûn.

Olof Tandberg ji bo dostên xwe Cemal Alemdar û Omer Şêxmûs jî dibêje:

-Em piştî ewqas salan hîna jî hevûdû dibînin, her çendî min ewqas porê xwe şûştiye ku spî bûye. Ji bo min tiştê herî balkêş niha herêma azad a Kurdistanê ye. Tiştek wusa me di salên 1960î de nikarîbû xeyal bikira, wê demê kurd li ber qirkirinê bû...

Zana Serin

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".