Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Yek ji her pênc jinan naçe kontrola xwe ya ji bo kansera gewrîya rehimê

Hat weşandin fredag 2 maj 2008 kl 11.34

Jinên ku bi dûzan xwe ji bo kansera gewrîya rehimê (livmodershalscancer) test dikin, bi qasî jinên ku xwe test nakin xwe naxin xeter an rîska kanserê, dibêje lêkolînek ku nuh hatîye pêşkeşkirin. Doktor Bengt Andrae berpisyarê vê lêkolînê ye:

- Herî girîng ew e ku mirov xwe ji bo kansera gewrîya rehimê test bike. Ev test ji bo rê li pêş kanserê girtinê girîng e, lê elbet ne sedî sed, dibêje doktor Bengt Andrae li nexweşxaneya Gävleyê.

Dr Andrea û hevkarên wî li ser hemû bûyerên kansera  gewrîya rehimê ku di navbera salên 1999-2001 de qewimîne lêkolîn kirine. Û jinên ku bi vê kanserê ketine kêmtir çûbûn kontrol an testkirinê.

Ev test her sê sal carekê tê pêşkêskirin ji bo jinên di navbera salên 23 û 60î, ji alîyê nexweşxaneyên wîlayetê, û bi swêdî navê testê cellprov e, yanê testên hucreyê.

Jinên ku guh nadin vê testê, jîska bi kansera gewrîya rehimê ketina wan du car û nîv zêdetir dibe. Ku mirov test neke, kifşkirna nexweşîyê zehmetir dibe. Îro yek ji her pênc jinan naçe kontrola xwe. Û gelek ji wan jinên ku xwe test nakin ciwan in, li gor doktorê kanserê Sven Törnberg:

- Jineka ciwan, kanserê wek nexweşîyeka pîrejinan an salmezinan dibîne û loma belkî difikrin ku testkirin ji bo wan pêwîst nîne. Lê lêkolîn nîşan dide ku her weha jinên ciwan ji testkirinê feyde dibînin, ji ber ku test rê li ber nexweşîyê digire.

Ji bo ku ev şiklê kanserê di nav ciwanan de kêmtir bibe, vê baharê Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Civakî (Socialstyrelsen) biryar da ku aşîya kansera gewrîya rehimê bibe beşek ji programa vaksînê ya giştî ya ji bo zarok û ciwanan.

Lê her çiqes ku ev aşî heye jî pispor nîşan didin ku xwekontrolkirina li hember vê kanserê gelek girîng e. Ji ber ku gelek zehmet e ku mirov bizanibe, dê tesîra aşîya cemawerî çiqas be. Ev ancax 20 an 30 sal pêşde diyar dibe, li gor Måns Rosén, ji Komîteya dewletî ya ji bo encamnirxandina bijîşkî (Statens beredning för medicinsk utvärdering):

- Em ne li gel, ne jî li dijî aşîyê ne, lê îtirazek ew e ku aşî an vaksîn dikare ba keç an jinan ewlehîyek sexte peyda bike. Keç an jin û xwe vaksîn dikin belkî êdî naçin ba jînekolog, ji bo ku bawer dikin ku xwe li dijî her cûreyê kansera gewrîya rehimê aşî kirine, dibêje Måns Rosén, lê feydeya aşî tenê li dijî 2 tipên kanserê heye.

Loma, pêşî lêgirtina herî baş, kontrolên jînekolgî ne.

silan.diljen@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".