Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Heta demekê penaxwazên îraqî bi rêya Urdunê nayin paşta şandin

Hat weşandin fredag 2 maj 2008 kl 11.40

Daireya Koçê, Migrationsverket, dibêje: ”Heta demekê em penaxwazên îraqî ku miracata wan ya îzîna rûniştine hatiye redkirin bi rêya Urdunê paşta naşînin”.

Sebeb jî ew e ku Urdun (Jordanien), ji 1ê gulanê û pê ve ji bo kesên ku ji welatê wan derbas bin, mecburîyeta vîzeyê bi cî tîne. Û ev ji bo Swêdê dibe problem. Ji ber ku îro ji bo paştaşandina penaxwazên îraqî bo Baxdayê tenê rêyek heye û ew ji li ser Urdu re ye.

- Paştaşandinên destpêka hefta bê, ku ji berî ve hatibûn plankirin, êdî hatine rawestandin ji bo penaxwazên ku bi rêya Urdunê biçin Iraqê. Lê heta kengê dê wusa bibe, dîyar nîne. Em li benda agahîya bolyozxaneya Swêdê ya paytexta Urdunê, Ammanê, ne, dibêje Agneta Kundoori ji Daîreya Koçê (Migrationsverket) .

Lê bayozxane heta niha tu bersivên net nedaye ji ber ku agahiyên wan kêm in û dumaneyî ne.

- Ev ji bo Swêdê problem derdixe, ji ber ku em vegerandinên mecburî (tvångsavvisning) yên bo Îraqê nikarin bi cih bînin. Her weha ji bo sîyaseta koçkirinê jî ev problemek e, ji ber ku biryarên ku tên dayin nayin bicîanîn, dibêje Hans Rosenqvist, ji Serkarîya Polîsan ya Giştî, (Rikspolisstyrelsen).

Niha di derdora 1000 îraqî hatine teslîm kirin bo polisê, ku bi zorê paşde bên sandin. Lê ji bo ku Urdun ji sibe û pê ve mecbûrîyeta vîze bi cî tîne paştaşandina penaxwazên îraqî heta demek dê bê rawestandin, ji ber ku penxwaz divê bi xwestina xwe miracata vîzeyê bikin û îhtîmala vê yekê gelek kêm e.

- Bê ku em vîze bidin penxwazên îraqî, ew nikarin  ji Swêdê bên paşta şandin. Ev merc ne tenê bo seferên dirêj an kin ji bo Urdunê derbas dibin, lê her weha ji bo seferên transît jî, dibêje Firas Khory li balyozxaneya Urdunê li Almanyayê.

Lê ev mecbûrîyeta vîzeyê ne tenê yekalî ye: mirovên ku bixwazin ji Îraqê  bên bo Swêdê jî dê zehmetî bikşînin. Ji ber ku ji bo wan jî vîze pêwist e. Mumkun e ku ev yek bibe sebeb ku koça penaberan ya ji Îraqê ji bo Swêdê kêm bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".