Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Perwerdeyek li ser şideta bi navê namêsê dest pê kir

Hat weşandin fredag 2 maj 2008 kl 11.48

Vê heftê li zaningeha Göteborgê . Amadekarê vê perwerdeyê Komîteya birêveber a Ciwanan (Ungdomsstyrelsen) e û Lisa Modee

- Ev cara yekem e ku perwerdeyeka netewî ya li ser pêşîlêgirtina şîdeteka wusa tê li darxistinê” dibêje Lisa Modee ji Ungdomsstyrelsen ku şefa projê ye.

Ev perwerde bi hevkarîya zanîngehên Göteborg û Uppsala, Federasyona perwerdeyan (Studieförbundet Sensus) û Komîteya rêveber a Ciwanan ve tê amade kirin.

Lê gelo, hedefa sereke ya vê perwerdeyê çi ye?

- Berî her tiştî em dixwazin ku xwendekar bizanibim, ciwanên keç û kur tuşî şîdetek çawa dibin û ev yek li ser wan çawa tesîêr dike. Her weha em dixwazin xwendekar tecrubeyên xwe bi hevdu re parvebikin û mirov çawa dikare di herêma xwe de li ser vê pirsê bixebite  ku bikaribe baştir alîkariya kesên ku tûşî şîdeteka weha bûne bike, dibêje Lisa Modee.

Di vê derbarê de îro problem ew e ku carina dema yek tuşî şidetê dibe, mirov nizane ku kî berpisyar e. Û ji bo ku mirov bikaribe rê li ber wê bigire hevkarî gelek girîng e. Loma hevkarî beşeka giring ya perwerdeyê ye.

Hewesa li hember perwerdeyê gelek mezin bû û loma Ungdomsstyrelsen mecbûr ma ye ku ji gelek serlêderan re bêja na. Lê 35 xwendekar beşdarê perwerdeyê dibin, piranîya wan rojane li ser şideta bi navê namûsê mijul dibin, wek mînak li dibistan an di xizmetên civakî de:

- Ji bilî xwendekarên ji xizmetên social û dibistanê, her weha beşdarên ji rexistinên cuda, şaredarî û ji birêvebirin an îdareya ciwan û zarokan jî beşdar dibin. Em dikarin bi kurtayî bêjin ku kesên girîng ên şaredarîyên cuda beşdar dibin, dibêje Modee.

Yek ji wan Rana ji Västeråsê ye:

- Ez dixwazim beşdarîya vê perwerdeyê bibim, ji ber ku mijarek gelek girîng e û divê em bi awayekî baştir hîn bibin, gelo em ji bo van keç û kurên ciwan, lê her weha ji bo malbatên wan dikarin çi bikin Divê em piştgiriya wan bikin. Ez dixwazim di vê derbarê de kompetens an zanyarîya xwe bilindtir bikim, Ez dixwazim bibim xwedî alaveka baştir ku bikaribim li ser pirsên ku girêdayî namûsê ne kar bikim. Ji ber ku divê ez van ciwanan baştir fêm bikim ji bo ku alîkarîya wan baştir bibe. 

silan.diljen@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".