Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Xizmetên civakî di warê şîdeta namûsê de zêdê zana nînin

Hat weşandin torsdag 12 juni 2008 kl 15.33

Herçendî ku hikûmeta Swêdê bi mîlyonan kron ji bo têkoşîna li hember şîdeta namûse daye jî, ji sedî 30ê ji xizmetên civakî (Socialtjänst) di ware şîdeta namûsê de kompetent nînin. Ev li gor lêkolîneka Radyoya Swêdê ye.

- Di rewşek teybet de ev kêmasîya zanyarî dikare gelek tayînker be, wek mînak encamên nirxandinek çewt ji alîyê xizmetên civakî ve dikare bibe sedema mirinê bo keçek, dibêje Hanna Chinto, pispora Rojhilata Navîn.

Li gor rapora Radyoya Swêdê, sedî 30yê ji xebatkarên xizmetên civakî di warê şîdeta bi sedema namûsê de kêmzana ne û li ser van pirsan perwerdeyeka teybet nedîtîne.

Li Högsby li Småland, li başûrê Swêdê di sala 2005an de lawikekî afgan hat kuştin û ev kuştin wek kuştina namûsê hat îlan kirin, ji ber ku lawik bi keçekê re hevaltî dikir, lê malbata keçikê li dijî hevaltîya wan bû. Loma birayê keçikê ew kuşt.

Lê berê kuştinê, peywendîya xizmetên civakî bi malbatê re hebû, lê zanyarîya Socialê di warê pirsên şîdeta namûsê de gelek kêm bû. Margareta Johansson şefa beşa malbatan e li Högsby.

- Ev mijara şideta namûsê bo me tiştekî nuh bû û zanyarîyên me yên li ser vê pirsê gelek kêm bûn. Çend ji me çubûn hin kursên yekrojî, yanê asta zanyarîya me ewqas nizm bû. Me nizanibûn ku pêwîst bû ku gelo ma pêwîs e ku mirov bi avekî taybetî li vê pirsê binêre.

Li gor rapora Radyoya Swêdê, ji bilî zanyarîyên kêm, her weha di gelek xizmetên civakî de kêmasîya planên birêvebirinê jî heye.

- Ez vê yekê fêm nakim, xizmetên civakî ji alîyekî ve dibêjin ’zanyarîyên me kêm in’ û ji alîyekî din ve jî ji bo çareserîya van pirsan tu planên wan tune ne. Di heman demê de jî, ji alîye hikûmetê ve gelek pere hatiye dayin ji bo çareserkirina problemên namûsê, lê dîsa jî li holê tu plan tune ne, dibêje Hanna Cintho, pispora pirsên namûsê dibêje:

Xizmetên civakî yên ji sedî 70yê şaredarîyên Swêdê rastî problemên namûsê bûne.

silan.diljen@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".