Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Axaftvanên havînê hatin diyarkirin

Hat weşandin torsdag 12 juni 2008 kl 15.37

Duh li Skansen li Stockholmê, di bin baranek tund de, axaftvanên havîne, yanê Sommarpratare, hatin pêşkêşkirin. Di nav wan de rojnamvan, sporvan, sîyasetmedar, hunermend, nivîskar, karsaz û aşpêj hebûn, lê her weha beşdarekîyek piçekî cuda hebû: Boris Gregoriev, casûsekî kevn yê Rusyayê ku di şerê sar de li Swêdê ajanî kiribû û her weha demek bû şefê KGB, rexistina istixbaratê ya Rusyayê:

- Ezê di axaftina xwe de behsa karê xwe yê ajanî bikim. Ez di salên 80î de li vir casûs bûm, û her weha ezê behsa peywendîya di navbera rus û swêdîyan de bikim”, dibêje Boris Gregoriev.

Bernameyên axaftvanên havînê her sal li kanala P1 ya Radyoya Swêdê tên weşandin. Ev kevneşopiyek nêzî 50 salan e û yek ji bernameyên herî populer ên radyoya Swêdê ye. Wek mînak bernameya axaftvan û nivîskarê kurd Mustafa Can ya li ser dayika wî pir hezkirî bû û xelatên cuda yên rojnamegerîyê wergirtin. Bernameya hîn jî li ser malpera bernameya Sommar heye.

Ji bilî Mustafa Can her weha kurdên din jî bûne axaftavnên havînê li kanala P1, wek mînak nivîskar û rojnamavan Dilsa Demirbag Sten, şanoger Niştî Stêrk, Bextîyar Emîn ku wê çaxê wezîrê mafê miron yê Îraqê bû, sîyasetmedar Nalîn Pekgul, çalakvana mafê jinan Sliva Cigerxwîn û her wekî din. Lê îsal di lîsteyê de tu kurd tune, lê wek hat gotin gelek mirovên din yên bi nav û deng hene: Ji bilî ajanê rus Boris Gregoriev wek mînak midûrê polîs yê wîlayetê Carin Götblad jî heye:

- Di bernamaya min de ez dixwazim wêneyekî nû yê polîstiyê û yê tawankiriyê di serê mirovan de çêkim. Û her weha ezê strana “I shot the şerîf” yanî “Min şerîfê, şefê polîs, kuşt” bi hunermend Bob Marley re lêxim.

Yekê din ji axaftvanan Yrsa Waldên e, ew di nav axaftvanên heta niha de ya herî temenbiçûk e, yanê 19 salî ye û li başûrê Swêdê li Skåne dimîne. Yrsa ji bo piranîya kesan naskirî nîne, lê piştî dengdaneka li ser malpera Radyoya Swêdê ji alîye xelkê ve wek axaftvana havînê hat hilbijartin.

Lê ku Yrsa Waldên ne naskirî ye, yekî gelek naskirî li Swêd lê hwe weha li cihanê, hunermend Björn Ulvaeus e, ku di salên 70 û 80î de beşek ji koma Abba bû:

- Ez dixwazim guhdaran kêfxweş bikim û ne weaz bidim. Mijara serekê ya bernameya min bîranîn e, ez bi xwe tiştan zû jibîr dikim û dixwazim hîn bibim, gelo çima hin kes tu carî bîranînên xwe jibîr nakin û hin jî zû jibîr dikin, dibêje hunermend Björn Ulvaeus.

Di malpera radyoyê de li ser axaftvanên îsal pirtir agahî heye: sverigesradio.se/sommar

silan.diljen@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".