Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lênêrîna kal û pîran ya li Swêdê rexneyek tund girt

Hat weşandin torsdag 12 juni 2008 kl 15.44

Lênêrîna kal û pîran ya li Swêdê rexneyek tund girt ji alîye lêkolînerê hikûmetê, Thorbjörn Larsson, ve. Larsson li ser vê mijarê raporek nuh amade kiriye û li hember rewşa îro posîtîf nîne:

- Gelek caran lênêrîna kal û pîran bi tenê parastinek e. Piranîya me yên ku çûne cîyekî ji bo lênêrîna kalûpîran, derdoreka gelek rût dîtîne wek mînak televzyonek heye ku kes lê temaşe nake û roj bes ji payîneka dirêj pêk tên. Ew jiyaneka hêja nîne, dibêjeThorbjörn Larsson.

Li gor rapora wî ya nuh, xala herî girîng, bilindkirina desthilatdarîya mirov ya li ser jiyana wan bi xwe ye. Û ji bo vê yekê divê qanûneka nuh bê derxistin, qanûnek ku hedefa lênêrîna kalûpîran dîyar dike.

Li gor xebata îro, ev lênêrîn pirtir giranîya xwe dide ser lênêrîna kal û pîrên nexweş, û ev yek dişibe parastinekê. Thorbjörn Larsson pêşveçûna pêşdibistanan û lênêrîna kal û pîran dide ber hev û di navbera wan de ferqeka mezin dibîne:

- Ku mirov pêşdibistanên îro bi yên 50 sal berê ve bide ber hev, pêşveçûnek mezin heye, wê çaxê ew dibistan jî wek parastinan bûn, lê îro pêşdibistanan bi pedagojîyeka baş dimeşin û ji bo ku xebat bikaribe hîn baştir bibe, bi malbatan re hevkarî heye. Naveroka xebata pêşdibistanan hatiye guhertin û niha ji bo pêşdibistanê nirxên bingehîn hene. Lê ev yek tu car di nav lênerîna kalûpîran de pêk nehatiye.

Tiştekî din ku di nav xebata pêşdibistanan de heye lê di lênêrîna kalûpîran de tune, fikra pirçandîyê ye. Di nav pêşdibistanan de mirov zarokan wek takekesên bi pêwîstîyên cuda dibîne. Lê ev yek di nav lênêrîna kalûpîran de wusa nîne.

Lars-Åke Almqvist, cîgirê serokê sendîkaya Kommunalê ye, û ji bo lênerîneka baştir pêşnîyareka wî heye:

- Ku mirov bi pêşdibistanê ve bide ber hev, li wir ji bo xebata wan planeka hînbûnê heye, yanê ji bo ku zarok bikaribin pêş bikevin, zarok û mamoste dikarin çawa bi hev re kar bixebitin, lê tiştekî wusa ji bo lênêrîna kalûpîran tune ye, lê pêwîst e.

Û li gor Lars-Åke Almqvist sebebeka ji bo xirabbûna lênêrîna kalûpîran ya îro rewşa karkeran e:

- Îro gelek karker, sedî 30, ji bo demeka kurt hatine girtin, yanî trafîka ketina kar û ji kar derketina personel gelek mezin e. Û loma di derdora her teqewitî re gelek kes tên û diçin û wê çaxê lênêrîneka şexsî/takekesî çênabe.

Lê li gor nûnera teqewidên Uppsalayê, Margareta Åkerlind Skuteli, ji bo nebaşbûna lênêrîna kalûpîran sebebên din jî hene, wek mînak asta perwerdeya karkeran nizm e:

- Rastîyek ew e ku gelek kesên ku bi lênêrîna kalûpîran ve mijul in, bi teybetî li bajarên mezin, perwerde nedîtine. Elbet perwerde her tişt nîne, hewes jî divê hebe bo vî karî, lê asta van herdu beşan jî bi awayekî pir mezin nizm e. Her weha lênêrîna kalûpîran karekî hezkirî nîne.

silan.diljen@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".