Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Det brinner i ett batterilager med kraftig rökutveckling som följd. Räddningsledare uppmanar alla som befinner sig i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Malmöhus.
(Publicerat idag kl 12.55)
Hişdarî: Agir berbûye embarek bateriyan li Landskrona. Tîma xilaskirinê dixwaze giş bikevin nava malan û derî, pencere û bakêşan daxin.

Penaber û hemwelatî

Hat weşandin torsdag 12 juni 2008 kl 15.50

Li gor pêşnîyareka nuh ya di rapora bi navê ”Ziman, şert û hemwelatî” de, penaberên ku zu hînî swêdî dibin dê bikarin hemwelatîbûna xwe ya Swêdê zutir werbigirin.

Ev rapor li ser wezîfedarkirina hikûmetê ji alîye duh  lêkolînerên hevguncîyê yên li xwendegeha bilind ya Kalmarê ve hatîye pêşkêşkirin. Juan Felipe ku ji Meksîkoyê ye, lê niha li Stockholmê dijî li gel vê pêşnîyarê ye:

- Li gor min ev pêşnîyaz gelek baş e, ji ber ku îmkanan dide mirov, lê her weha mirov divê pirs bike, gelo ji bo hînbûna swêdî alîkarîyek çawa dê bê pêşkêşkirin? Dema ez hatim bo Swêdê, 30 sal berê, wergirtina alîkarîyê hêsantir bû.  

Ji bo wî tiştekî eşkere ye ku mirov zimanê welatê ku mirov lê dijî hîn bibe. Û îro li gelek welatên ewropî hînbûna zimên şertek e ji bo ku mirov bixwaze bibe hemwelatîya/ê wî welatî. Yanê mirovekî ku zimanê wî welêtî hîn nebûye nikare serîlêdana hemwelatîbûnê bike.

Lê li Swêdê ev şert tune ye: penaberek ku 5 sal li vir maye û îzîna wî an wê ya rûniştinê hebe, dikare serîlêdana hemwelatîye bike. Lê li gor vê rapora nuh ya bi navê ”Ziman, şert û hemwelatî” pêşnîyazek nuh hatîye pêşkêşkirin: Heger penaber swêdî baş dizane, di dewsa payina pênc salan de, 2 sal dê bes bin, yanê li gor raporê, şertê başzanîna zimên dibe wek teşwîqek. Lê yên ku swêdî baş nizanin dê dîsa bikarinbin bibin hemwelatê Swêdê, lê pişt 5 û ne 2 salan. Dan-Olof Rooth, yek ji wan lêkolîneran e ku ev rapor amade kiriye:

- Ku ev pêşnîyar bibe rastî, elbet nîqeşek sîyasî pêwîst e, lê li li gor me ev pêşnîyar ji bo koçberan ji derveyî civakê mayinê baştir e. Û teşwîqeka ji bo hînbûna swêdî ya ji bo hevguncîyê baş e û her weha di bazara kar de îmkanên baştir dide penaberan.

Rooth her weha dibêje ku li welatên din yên bakûr, yanî nordîsk, penaber dikarin piştî 2 salan ji bo hemwelatîbûnê serî lêbidin.

Partîya Gel, Folkpartiet, demek dirêj e ku li ser pirsa hînbûna swêdî dixebite û dixwaze wê wekî şertek ji bo hemwelatîbûnê deyne. Loma wezîrê pewerdeyê, Jan Björklund, ji partîya Gel, dibêje, ev pêşnîyara nuh ya Rooth û hevkarê wî ber bi rastîyê ve diçe. Lê li gor Björklund pêşnîyaza wan bes nîne, li gor wî şertên îro bo hemwelatîbûnê nizm in û divê bilindtir bibin:

- Mirovek ku dixwaze bibe hemwelatîyê/a Swêdê, divê di astek mînîmun de, zû an dereng, swêdî hîn bibe, û yên ku nikarin vê şertê bi cih bînin dê nikaribin bibin hemwelatîyên Swêdê. 

Lê li gor Dan-Olof Rooth, ev şertê Björklund hin probleman peyda dike:

- Pêşnîyarek wusa hin grubên civatê hesab nake: Wek mînak mirovên pîr û kal û yên bi perwerdeyek nizm zehmetir swêdî hîn dibin. Ku mirov ji bo hemwelatîbûnê şertê hînbûna swêdî deyne, îmkanên van mirovan bi qasî mirovên ciwan û yên bi perwerdeya bilind yek nabe. Li gor min ev çewt e û tê wê maneyê ku îmkanên herkesî yek nîne di warê hemwelatîbûnê de.

Lê Björklund bi xwe jî nizane, gelo dîtîn an xwastina wî dikare bibe rastî an na:

- Ev girêdayî partîyên din e, û heta niha tenê Partîya Gel ev pirsa hînbûna Swêdî bi hemwelatîbûnê ve girêdaye.

silan.diljen@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".