Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Çûna ba doktorê diranan dê erzantir bibe

Hat weşandin fredag 13 juni 2008 kl 11.42

Ji 1ê heyva bê, ango tîrmehê, çûna ba doktorê diranan dê erzantir bibe, ji ber ku wê çaxê reforma nuh ya tendrustîya diranan dest pê dike.

Ji 1ê tîrmehê pêve çûna ba doktorê diranan ji bo mirovên ku pir diçin ba wî an wê dikare erzantir bibe, ji ber ku xerca wê dibe beşek ji parastina li dijî bihayê bilind (högkostnadsskydd). Dan Örblom şefê klînîka Doktorên diranan e li Högdalenê li Stockholmê:

- Ev demek dirêj e ku li benda vê reformê ne, li gor me di navbera enfeksyoneka diranan an ya wek mînak tilîya lingê de tu ferq tune ye. Lê li gor sîstema îro ya pêşî beşek ji parastina li dijî bihayê bilind nîne, lê yê dawî tê de ye.

Lê ku mirov zîyareta ba doktorekê diranan bi ya doktorekê din ve bide ber hev, çûyina ba doktorê diranan dîsa jî biha ye û ev bihabûn dê dom bike. Lê ji bo mesrefê banek dest pê dike.

Par Maria Timar diranekî xwe emelîyet kir lê ji bo ku emelîyet pir biha bû mecbûr ma ku xaniyê xwe bide kirê û li mala hevalên xwe bimîne. Û mesrefa emelîyatê dawî dawî bû 70 000 kron. Loma Maria bi vê reforma nuh kêfxweş e:

- Ev reformek gelek baş e, lê diviyabû ev tiştekî xwezayî bûna, ji ber ku diranên me girîng in, bi taybetî ji ber ku tenduristîya diranan dikare bibe sedemê nexweşîyên din. Ez fêm nakim ku çima heta niha ev li Swêdê nehatîye guhertin. Dema ku ez ji bo hevalên xwe yên ku li welatên din dijîn behsa sîstema tendrustîya diranan ya Swêdê dikim, ew şaşmayî dimînin, bi wan werê ku Swêd welatekî ku mirov xeyal dike ku lê bijî.

Lê gelo, ev refom çi dibêje? Hemû kesên ku temenê wan di ser 20 salan re ye dê pirtir salê 3000 kron bidin. Paşê nîvê mesrafa ku di navbera 3000 û 15 000 hezaran de ya dewlet dê bide. Û ku mesref ji 15 hezaran pirtir be, tu dê bi tenê ji %15ê mesrefa ji 15000an zêdeir bidî. Ango ku mesrefa diranên te ya piştî 15 hezaran 100 hezar be, tu dê 15 hezaran bidî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".