Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Îrlanda got "NA!"

Hat weşandin måndag 16 juni 2008 kl 16.20

Peymana nû ya Yekîtiya Ewropayê, ku weke Peymana Lîzbonê tê nav-kirin, kete talûkê. Komara Îrlandayê dawiya hefteya derbasbûyî ji peymana nû ya Yekîtiya Ewropayê re got NA! Ev bersiv di encama referandûmekê de hat dayîn.

Niha li Ewropa û Swêdê nîqaş tê kirin; gelo vê peymanê çi bikin?

- Divêt wan ji serî ve gel agahdar bikiran da naveroka vê peymanê çiye. Ez bi xwe nizanim. Ne bes e ku partiyên siyasî bi çend belavokî agahî bidin. Bi rastî ez ne bawer im ku siyasetvan bi xwe dizanin da ev peyman tê çi wateyê, dibêje Mary O’Connor, weke bersiv ji pirsa ku çima piraniya beşdarên referandûma li Îrlandayê dengê xwe li dij peymana nû ya Yekîtiya Ewropa bikaranîn.

Belê tevî ku hemû partiyên mezin ên Îrlandayê piştigirî dan peymanê jî gelê Îrlanda bi dengekî xurt li dij peymanê derdikeve.

Peymana ku weke Peymana Lîzbonê tê binavkirin, yek ji wan peymanên herî mezin e ku guhertinên bingehî di sîstema Yekîtiya Ewropa de pêk tîne. Weke mînak: Li gorî vê peymanê dê Serokekî yekîtiyê û nûnerek weke wezîrek karê derve hebe. Her weha bêtir desthelatdarî tê dayîn ji bo meqam û saziyên Yekîtiyê û mafê bikaranîna VETOyê ya welatan jî tê sînorkirin.

Serok-wezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt dibêje;

- Biryara Îrlandayê ji bo Yekîtya Ewropayê têkçûnekê ye û divêt mirov ji Îradeya gelê Îrlandî re rêz bigire.

Reinfeldt bibîr tîne ku Irlandayê ji Peymana NICÊ re jî gotibû NA:

- Lê piştî hîn guhertin û îmtiyazên ji bo Îrlandayê gelê îrlandî ew peyman qebûl kiribû û hêvî dike ku ev car jî muzakereyek taybetî bi Îrlanda re çê bibe ku ew jî ji vê peymana girîng re bibêjin ”ERÊ”, dibêje Reinfeldt.

Lê berdevkê Partiya kesk(mp) Peter Eriksson, ku partiya wî li dijî vê peymanê ye, naxwaze Yekîtiya Ewropa şert û qaydeyên xwe ji bo welatekî bi tenê biguherîne. ”Mirov nikare maçekê bi dido topan bilîze” dibêje Eriksson:

- Li gorî qaydeyan pêwîste hemû welat dengê ERÊNÎ bidin vê peymanê. Lê niha Îrlandayê di referandûma xwe de gotiye NA û mirov êdî nikare vê peymanê pêkbîne, dibêje Peter Eriksson û bang dike ku pêvajoya Peymana Lîzbonê were rawestandin û Swêd jî ev peyman qebûl neke heta ku peymanek ku Irlanda karibe jê re bibêje ERÊ were çêkirin.

Lê wezîra Yekîtiya Ewropayê ya Swêdê, Cecilia Malmström, dibêje heta niha 18 welatan ev peyman qebûl kirine, û hîn çend welatên din jî dê di mehên havîn û payîzê de li parlamentoyên xwe ev qebûl bikin. 0

- Her weha Swêd jî amadeye ku vê peymanê qebûl bike, dibêje Malmström.

Li hêla din daxuyaniyên ji Yekîtiya Ewropayê jî dibêjin dê pêvajoya qebûlkirina peymana nû berdewam be û bang li welatên mayî dikin ku gavek zû ev peyman qebûl bikin.

Lê parlamenterê partiya Sosyaldemokrat Morgan Johansson dibêje dengdana NA ya gelê Îrlandayê nîşan dide ku divêt mirov raweste û peyman carek din di çavre derbas bike.

- Nabe ku weke ku tu tişt nebûye mirov çûndina xwe berdewam bike, dibêje, Johansson.

Ya balkêş ew e ku seroka partiya Morgan Johanssonê sosyaldemokrat Mona Sahlin jî bi hikûmeta burjuwa re hemfikir e:

- Ez dixwazim Swêd qebûlkirina peymanê bicîh bîne. Peymana nû ji bo Ewropayê girîng e. Û di vî warî de Sosyaldemokrat terredût nakin. Lê divêt Reinfeldt ew xemgîniya ku derketiye holê bi serokatiyeke xurt çareser bike, dibêje Mona Sahlin.

Lê hemkarê te Morgan Johansson naxwaze parlamentoya Swêdê payîzê ev pirs bîne rojevê?

- Nêrîna min ev e ku piştî civîna bilind ya welatên yekîtiya Ewropa ya hefteya pêş me, dê rewş zelaltir bibe da mirov helwestek çawa li beramberî Îrlanda werbigire û pêvajo çawa bimeşîne. Bi ya min tu astengî tune ne ku em vê peymanê neyînin rojeva parlamentoya Swêdê, dibêje Sahlin, seroka partiya sosyaldemokrat.

Zana Serin             

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".