Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hezaran swêdî di dorê de ne bo emelîyatên bo sedema qelewbûnê

Hat weşandin tisdag 17 juni 2008 kl 11.53

Di van salên dawîyê de niqeşên di derbarê qelewbûn û tesîra wê ya li ser tendrustîyê de gelek tên kirin. Û niha, li gor raporeka nuh, emelîyatên bi sedema qelewbûnê, xetere mirina berwext kêmtir dikin. Û ji bo emelîyeteka weha bi hezaran swêdî di dorê de ne.

Susann Krantz ji bajarê Boråsê ye û heta niha 2 emelîyet derbas kirine:

- Min li ber cavên xwe, keçeka zeîf didît ku ji xwe re cilên xweş dikirîn, wek tola şîşkoyek, dibêje Susann Krantz ku îro 42 salî ye.

Dema ku ew 24 salî bû wê emelîyata xwe ya pêşî kir. Berî wê, ji bo xwe zeîfkirinê tiştên cuda ceribanibûn, lê biserketî nebû. Wê caxê Susann 130 kîlo bû. Lê emelîyata pêşî jî biserketî nebû, loma yeka duyem çê kir. Û ji wê emelîyeta duyem re dibêjin Gastic Bypass. Ew tê wê manê ku beşeka mezin ya mîdeyê tê hilanîn û beşek biçûk dimîne, û ew beş bi rûvîya zirav ve tê girêdan.

Piştî wê emelîyata duyem Susann Krantz kîlo da: bejna wê 1,80 metro ye û wê di demeka kin de 67 kîlo dan, lê ew hîsên bextewarîyê ku wê piştî zeyifbûnê dipan li ba wê peyda nebûn:

- Dema ez 63 kilo bûm, ez qet rindik nebûm, min bi bejna xwe ya dirêj ne xweş xuya dikir.

Salek li piştî emelîyata duyem, êşên wê û problemên mîdeyê dest pê kirin, pirî caran virik bû û çend caran ji bo êşên xwe çû klînîka acîlê, lê li wir nikaribûn alîkarîya wê bikin. Niha Susann eciz e, ji ber ku doktor an nexweşxanê tu car ji wê re behsa tesîrên negatîf yên ji ber emelîyatê nekirine. Jê re gotibûn ku tu problem dê çênebin:

- Lê ku mirov elemîyeteka ewqas mezin derbas bike, divê nexweşxane behsa tesîrên wê yên ku pasê xwe didin xuyakirinê jî bike, dibêje Susann:

Niha ji bo emelîyeteka weha bi hezaran swêdî di dorê de. Lê li gor raporeka zanistî ku demek berê belav bû, emelîyetên wusa metodên baş in ji bo kîlodayinê, lê elbet rîsk jî hene, wek rewşa Susann nîşan dide.

Lê li gor serdoktor Thorsten Orborsch, li Sahlgrenska li Göteborgê tenê di navbera ji sedî 1 an 2 ji elemîyetan xeter dibin:

- Êşa ku Susann kişandîye elbet tiştekî negatîf e, lê li gor me feydeyên emelîyatên weha ji zerarên wê pirtir in. Lê her weha em înkar nakin ku problem jî dikarin peyda bibin.

Û li gor wî, piranîya kesên ku emelîyeteka ji bo zeîfbûnê dikin, piştî emelîyetê xwe pir baştir hîs dikin, wek ku jiyana wan ji nuh ve dest pê dike. Lê ev jinuhvedestpêkirina jiyanê ji bo Susann nebû rastî: Îro ew ji bo êşa xwe tenê dikare rojê 4 saatan kar bike. Û niha dîsa bûye 130 kîlo. Lê ferqa herî mezin ew e ku Susann xwe di her warî de xirabtir hîs dike. Her weha ew pê bawer e ku nexweşxaneyê piştî emelîyeta rewşa wê ne şopandîye û alîkariya ku divê bi wê re nekiriye. Susann dê li payîzê carek din emelîyat bibe, ew dibe emelïyata 3yemîn, lê îcar ne ji bo zeyifbûnê ye:

- Emelîyata îcar ez ê bi tenê ji bo başbûna xwe bikim. Ez dixwazim ji êşên xwe xilas bibim, ji bo min ew ya herî girîng e.

Christina Bergh, berpisyara beşa lêkolîna bi kalîte ye li nexweşxaneya Sahlgrenska û ew jî wek Thorsten Orbosch dibêje: ”Tu metoda ji sedî sed bi garantî, tune. Divê mirov tu car vê yekê ji bîr neke”.

silan.diljen@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".