Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Pakêta Nûçeyan - 1 Îlon

Hat weşandin måndag 1 september 2008 kl 16.17

Ji komvuxê re pareyên nû!

Piştî kêmkirina bûtçeya dibistanên mezinan Komvuxê hikûmeta Swêdê  pala quliband û niha ji bo pêşxistina perwerdeya pîşeyî, ango meslegî, milyarek û 200 milyon kron pare zêdetir ji butçeya xwe vediqetîne.

Ev butçe ji bo 3 salan hatiye veqetandin û derfet dide kesên serya 20 salî ku di saya xwendina li Komvuxê bibin xebatkarê tamîra wesayitan, karkerê avakirina xaniyan û hemşîre.

Armanca vê siyaseta nû ya hikûmetê zêdekirina jimara karkerên xwedî perwerde ye, dibêje wezîra çalakiyên aborî Moud Olofsson:

- Gelek xwedî-şîriketên ku me dîtine gazinca dikin ku ew nikarin karkerên perwerdekirî peyda bikin. Sedemê vê jî ew e ku me gelek salan perwerdeya pîşeyî biçûkxistiye û xwendina teorîk weke tiştek bi rûmet derxistiye pêş. Lê pêdiviya civaka me bi van herdû beşan jî heye, dibêje Maud Olofsson û ji şefê komvuxa bajarê Göteborgê Jan Elftorp piştgirî digire:

- Tiştek baş e ku hikûmet girîngiyê dide dibistanên Komvuxê û bi taybetî jî perwerdeya pîşeyî. Me ev tişt li bajarê Göteborgê bi serkeftin pêk aniye.

Hikûmet her weha dixwaze jimara şagirtên perwerdeya pîşeyî yên li dibistanên lîseyê, gymnasiumê jî bi 2000 cihên nû zêde bike. Ev jî ji bo Jan Elftorp nûçeyek xêrhatî ye.

- Endustrî li karkerên beşa teknîkê digere, her çendî aborî baş nîne jî. Wekî din pêdiviya nexweşxaneyan bi personelên tendrustiyê û branşa ragihandiniyê jî li şoforan digerin. Di halî hazir de pêdiviyek mezin bi şoforên xwedî pîşe heye.

Civîna bilind a YE ya Awerte

Serokên hikûmet û dewletên Yekîtiya Ewropayê îro li Brukselê civîneke bilind ya awarte li darxistin. Mijara civînê aloziya li Kafkasyayê û xuyakirina helwestek li hemberî Rûsyayê ye. Civînek ewqas awerte cara dawî ji ber şerê Îraqê yê 2003’an li darketibû.

Lê diyar e, welatên yekîtiyê di helwesta li hemberî Rusyayê de ne hemfikir in. Sedema vê jî ew e ku gelek welatên Ewropî ji ber kirîna petrol û gaza xwezayî muhtacên Rusyayê ne.  Weke mînak; Almanya li hember Rusyayê bê-helwest e ji ber ku ji sedî 25ê enerjiya xwe ji wir dikire, lê komarên berê yên Sovyetê û Swêd rexnegir in. Tevî vê, dîsa jî serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt dibêje kiryar û embargoyek li hemberî Rusyayê ne di rojevê de ye:

-  Di vê pêvajoyê de kiriyarên dorfereh ne di rojevê de ye. Sedemê vê jî ew e ku helwestek wusa di şûna Rusyayê dê zerarek mezintir dê bide Ewropayê. Rîskek din ya helwesteke tund jî ew e ku Rusya dê xwe îzole bike. Ev jî dikare Rûsyayê bêtir agresîv bike.

Wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt ji Ajansa nûçeyên Fransayê re dibêje siyaseta Rusyayê hewlên wê yên Emperyalîst yên sedsala 18’an tîne bîra mirovan. Bildt dibêje dê civîna bilind ya li Brukselê piştgiriyeke xurt bide Gurcistanê û Yekîtiya Ewropa ji niha ve difikire ku li Tîflîsê buroyekê vebike. Carl Bildt dibêje Ewropa di hêla aborî de ne ewqas muhtacê Rusyayê ye, Rusya bêtir muhtacê pare û bazirganiya Ewropî ye.

Di vê navberê de hikûmeta Brîtanî berya civîna awerta ya Brukselê bang kir ku peymana hevkarî û şîrikatî ya bi Rusyayê re ku di sala 1997’an de hatibû morkirin, dirêj neke. Lê serok-wezîr Reinfeldt ne bawer e ku ev helwesteke baş be:

- Îhtîmal heye ku mirov vê peymanê bi paşve bide lê ev tenê dikare bibe helwesteke dem-kin. Lê di pêvajoya dirêj de di berjewendiyên Ewropayê de ye jî ku peymanek bi vî rengî hebe. Ji ber ku em dixwazin Rusya bi cîhanê re entegre bimîne û bingehek baş ya bazirganiyê hebe, dibêje Reinfeldt.

Tofana Gustavê li Kubayê da - dor hat New Orleans

Niştecihekî Kubayî  ji radyoya Îspanyayê re bahs dike da tofana Gustav herêma lê dimîne çawa tar û mar kiriye. Tofana Gustav duh giha rojavayê Kubayê. Lê di saya operasyoneke gelek başrêxistinkirî de piraniya mirovan ji herêma karesatê hatin dûrxistin, Ji ber vê heta niha kesî jiyana xwe jidest nedaye, dibêje Ingemar Cederberg ji balyozxaneya Swêdê ya li peytext Havannayê:

- Ev amadekariya wan weke operasyoneke leşkerî deqîq bû. Her kes rola xwe dizanî bû. Bi sînyalekê herêmên karesatê ji rojên pêşiyê ve hatin vala kirin, her çendî mirov dixwestin mal û mulkên xwe biterikînin an na.

Li hêla din li bajarê New Orleans a Emerîkayê ku tofan ber bi wê ve lez diçe barkirina mirovan destpêkiriye. sisê sal berê hezar û şeşsed kes di tofana Katrîna de li wî bajarî miribûn. Ji bo ku ev karesat dûbare nebe şaredarê New Orleansê Ray Negîn bang li xelkê bajêr kir û wan hîşyar kir:

- Heger hun li bajêr bimînin hunê şaşîtiya herî mezin ya di jiyana xwe de bikin.

ZANA SERIN

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".