Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Paketa Nûçeyan - 2 îlon

Hat weşandin tisdag 2 september 2008 kl 16.20

YEKÎTIYA EWRÛPAYÊ:

Hevkariya bi Rusyayê re hat cemidandin!

Hevdîtinên ji bo peymanek nû ya hevkariya bi Rusyayê re ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hat cemidandin. Ev biryar, di encama Civîna bilind ya awarte de hat girtin ku duh li Brukselê bi beşdariya serokên hikûmet û dewletên ewrûpî ve hat lidarxistin.

Civîna bilind dageriya Gurcistanê û her weha îlana serxwebûnê ya Abxazya û Osetya başûr û naskirina wan a ji aliyê Rusyayê ve jî bi tundî rexne kir.

Serok-wezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt ji encama civïna bilind ya awarte razî ye û dibêje armanca wan a destpêkê ew bû ku Yekîtî ji Rusya daxwaza derketina ji Gurcistanê bike û ji bo jinûve avakirina Gurcistanê alîkariya aborî bide, û evan xalan di daxuyaniya encam a civînê de bi zelalî cîh girtin, dibêje Reinfeldt.

Lê ji hêla din ve Yekîtiya Ewrûpayê tu biryar di derbarê ji hêla aborî ve cezakirina Rusyayê negirt. Û ev yek îro ji aliyê Rusyayê ve hat pesindan. Wezareta derve ya Rusyayê bi daxuyaniyek ji Moskovayê dibêje: ”Ji hîn dewletan daxwaza kiryar û embargoyê hebûn. Cihê dilxweşiyê ye ku piraniya dewletên Yekîtiyê helwesteke xwedîberpirsiyar girtine.” Ji bo cemidandina peymanek nû ya hevkariyê jî Rusya nerazîbûn nîşan dide. 

Lê bi ya wezîrê derve Carl Bildt ku îro li parlamentoya Swêdê axivî niyeta Rusyayê ew e ku bi hêza leşkerî mudaxeleyê welatên cîranên derdora xwe bike û wan bixe bin hikûm û bandora xwe.

Bi vî re naskirina îlanên serxwebûne jî ji bo îstikrara pêşerojê xeteriyekê ye, dibêje wezîrê derve yê Swêdî.

KOMVUX – gavekî baş lê dereng!

Hikûmeta Swêdê duh diyarkiribû ku ewê milyarek û 200 milyon kron pare bidin dibistanên mezinan Komvuxê ku perwerda pîşeyî xurttir bikin. Pêdiviya Swêdê bi karkerên kvalifiye heye, dibêje hikûmet. Wezîrê Dibistanan Jan Björklund bawer dike ku di saya van tedbîrên aborî yên hikûmetê de dê di navbera 5 û 10 hezar cihên nû ji bo xwendinê werin vekirin.

Sendikaya mamosteyan jî xêrhatina vê siyaseta nû ya hikûmetê dike. Metta Fjelkner a ji Lärarförbundet dibêje; ya rastî ew e ku ev gelek sal in wan ji hikûmetê daxwaz kirine da ji bo wan kesên ku çûne lîseyek şaş an jî yeka teorîk şabsekê bi rêya komvuxê bidin ku ew karibin bibin xwedî pîşeyek pratîk.

Lê Sendika mamosteyan rexnegire ku hikûmet dema hat ser kar butçeya komvuxan bi carekî ve kêm kir û niha carekî din zêde dike. Li ser vê babetê Ann-Kristin Leyderud a berpirsa komvuxa bajarê Kramforsê jî hemfikir e û dibêje: siyaseta hikûmetê kar û barên me ser û bin kiriye. Ne hêsan e ku mirov li gorî vê siyasetê pîlanan çê bike.

LÎSTOKÊN BI JAHR

Piraniya dê û bavên ku ji bo zarokên xwe lîstokan dikirin nizanin di serrû û hundirê wan de maddeyên bi jahrî hene.

Komisyona Yekîtiya Ewropayê niha biryar daye ku li hemû welatên endam kontrola van lîstokan bê çêkirin da gelo maddeyên ji tenduristiyê re bi zerar di çêkirina wan de hatine bikaranîn an na.

Ulla Falk ku di mufettişiya kîmyayî de kar dike dibêje gelek lîstok ji maddeyên ku dikare rê li ber kanserê veke, bibe sedema çênebûna zarokan û bandorên genetîkî bike.

Lê Swêd dixwaze li kêleka van tedbîrên komisyona Ewropî her weha lîstokên ku ji maddeyên rê li ber alerjiyan vedike jî bi sînor bike. Gelek welatên endamên yekîtiyê naxwazin maddeyên bi bêhn di lîstokan de hebin, dibêje Ulla Falk, ji Mufettişiya Kîmyewî.

ZANA SERIN

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".