Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Paketa nûçeyan - 3 îlon

Hat weşandin onsdag 3 september 2008 kl 17.29

Grubên Nazî zêde dibin

Jimara komên nazî yên herêmî, li Swêdê zêde dibe; li gorî lêkolîna weqfa Expo ku li dijî nijatperestiyê kar dike.

Lê aliyê balkêş yên van komên naziyan ew e ku ew bê rêber in û hedefa wan çalakiyên bi şîddet e, li dij grubên reqîb û çepên radikal.

Li gorî weqfa Expo, tenê di nav dido salên dawî de 17 grubên din ên nazî hatine avakirin û niha bi gîştî 30 grub li naven û başûrê Swêdê çalak in.

- Tiştê nû ew e ku van rêxistinan bikaranîna şîddet û lêdanê meşrû kirine û betir kirine, dibêje Ahn-Za Hagström ku li îstixbarata Swêdî Säpoyê weke analîzkar dixebite.

Bi ya grubên nazî piraniya endamên xwe yên nû, li dibistanan peyda dikin.

- Ji ber ku Nazî bawer in ku ev kesên ciwan neketina bin bandora bi gotina wan ”mejîşuştina çapemeniyê” û ji propagandaya neteweperestî re vekirî ne, dibêje Hagström a ji Säpoyê.

Bêmalî ya îraqiyan

Koçberiya xizman ya ji Îraqê ji hesaban bilindtir bû. Di nîvsala 2008’an de jimara wan bi sedî 43 zêde bû. Weke mînak îsal heta niha 2.639 zarok mafê rûniştinê wergirtine.

Bi vî re rewşa xanî û peydakirina malan jî gelekî zehmet bûye. Piraniya kesên têne Swêdê di pêvajoya qebûlbûna serlêdana wan de li malên xizmên xwe de dijîn û ev jî dibe sedema tengasiyan.

- Hîn caran 5 kes li daîreyeke yekodeyî de neçar in bijîn, dibêje Muhammed Nouri, serokê komîteya penaxwazên ji Îraqê.

Sedemeke din jî ya kêmasiya xaniyan ew e ku piraniya Îraqiyan dixwazin li bajarên mezin bijîn, ji ber ku ew bi xwe ji bajarên mezin yên wekî Bexdayê tên dibêje, Muhammed Nouri

RADIO SWEDEN – 70 salî

Ev jenerîk û dengên weşana derveyê welat a radyoya Swêdê, Radio Sweden e, ku van rojan dibe 70 salî.

Weşanên Radio Sweden cara yekem di sala 1938’an de ji bo Swêdiyên li Emerîkayê hat  çêkirin. Lê bi şerê cihanê ye 2:em re her weha bi Inglîzî û Almanî jî dest bi weşanê kir. Di dema şerê sar de jî weke dengekî serbixwe yê di navbera Rojhilat û Rojava de bi zimanên cûda weşan kir.

Radio Sweden îro jî bi Swêdî, Inglizi, Rusî, Almanî weşanan dike û her weha weşanên kurdî yên Zayele û yên zimanên din ên biyanî jî li ser pelên navîn û kin de digihe cîhanê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".