Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lîsteya terorîzmê hikum xwar!

Hat weşandin torsdag 4 september 2008 kl 17.52

Ji Dadgeha Yekîtiya Ewropayê  biryarek girîng: Mirovên ku di lîsteya terrorîstan a Neteweyên Yekbûyî de hatine bicîhkirin û mal û mulkên wan ên li banqeyan hatine cemidandin xwedî maf in ku di dadgehan de dawe vebikin, fêr bibin da ew ji ber çi tên sûcdarkirin û karibin xwe biparêzin. Mexdûr, hiqûqnas û wezîrê karê derve yê Swêdê, Carl Bildt, xêr hatina vê biryarê dikin.

- Ev biryar cihê dilxweşiyê ye ji bo mirovên biçûk ku li hemberî dewletên mezin ku li hemberî me bûne, dibêje Abdirezzak Adenê Somalî, ku şîrketa wî ya transferkirina pareyan El-Berekat yek ji dido dozxwazan ku li Dadgeha Ewropayê dawe vekiribû.

Dadgeha Ewropayê di biryara xwe de dibêje mafê mirovî yê bingehî yê her kesî heye ku zanibe da çima navê wan li lîsteya terroristan a Neteweyên Yekbûyî de cîh digire û bi vî re karibe xwe li hemberî sûcdarkirinan biparêze.

Heta niha mirov û rêxistinên di lîsteya terroristan a Neteweyên Yekbûyî an jî ya Yekîtiya Ewropayê de cîh digirtin nikarîbûn hînbikin da çima ev mor li wan ketiye.

Ji serê serî ve jî Aden û hevalên wî vê rewşê rexne dikirin. Lê Emerîka ku lîsteya ewil ya terroristan piştî bûyera 11 îlonê çêkir û bi Neteweyën Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa da qebûlkirin, îddîa dikirin ku şîrketa El-Berekat ji rêxistina El Qaîdeyê û yên terrorist re pare transfer kiriye. Lê Abdurrezak Aden tu car ne bû xwedî derfet ku xwe li hember van sûcdarkirina bipareêze.

Biryara Dadgeha Ewropayê ji aliyê hiqûqnasan ve jî bi dilşahî hat pêşwazîkirin. Ulf Bernitz profesorê hiqûqa yekîtiya Ewropayê ye û dibêje:

- Ev biryar kêlekê kîlometreyê ye, destpêka qonaxeke nû û hikûmekê girîng e. Biryara Dadgeha Ewropayê bi xurtî destnîşan dike ku mafên mirovan yên gerdûnî  bingeha qanûna bingehîn ya Yekîtiya Ewropayê ye û heta ku Neteweyên Yekbûyî jî nikare bi biryarên xwe van bide aliyekê.

Her weha Thomas Olsson, avukatê Adenê somalï û hevalên wî, dibêje aliyê herî girîng ya biryarê ew e ku mirov nikare li ser navê têkoşîna li dijî terrorizmê mavên mirovan bi sînor an jî binpê bike.

- Ya rastî ew e ku hem Swêd ü hem jî welatên yek^tiya Ewropayê mirovan dixin lîsteyên reş, mal-û-mulkên wan dicemidînin û wan digirin bêyî ku qaydeyên hiqûqî pêk bînin, dibêje Olsson.

Bi ya Thomas Olsson yê avukatê somaliyan, ev biryar sînyalek zelal e ji bo dewletên ewropî ku ewê êdî nikaribin mekanîzmayên çêkirina qanûnan yên yekîtiyê bikarbînin ji bo ku mafên bingehîn yên mirovan berteraf bikin.

Lê biryara Dadgeha Ewropayê nayê wê maneyê ku mora terorîzmê li ser mirovên wekî Abdurrezak Aden û şîrketa El-berekat radibe û pareyên wan ên cemidandî li wan vedigere. Ji bo vê pêvajoyek dirêj li pêş mexdûran heye. Lê biryar bang li Yekîtiya Ewropa dike ku qaydeyên xwe yên morkirina kes û rêxistinan weke terrorist biguherînin da ku ew zanibin bi çi îddîayan tên sûcdarkirin û da ku mafên wan hebe ku xwe biparêzin.

Wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt jî xêrhatina biryara Dadgeha Ewropayê kir û got:

- Ev biryar nîşan dide ku hiqûqa Ewropî û dadgehên wê garantoreke baş ya maf û azadiya mirovan. Niha em dibînin ku bi vê biryarê re Ewropa biryareke Neteweyên Yekbûyî red dike. Divêt em kêfxweş bibin ku ji hêla hiqûqî ve parastineke me ya baş a ewropî heye.

ZANA SERIN

zana.serin@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".