Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Banka navendî ya amerîkî fayîz daxist asteke wisa nizim ku rekor şikand.

Hat weşandin onsdag 17 december 2008 kl 16.32

Ev yeka bo ku rewşa aborî li welat bi pêşve bibe. Faîza bi navê styrränta, ya kontrolkirinê dadikeve ta sifir ê, ev biriyara weke nişgaveke hat bo borsa New Yorkê.

Villy Bergström, cêgirê serokê banka Swêdê ya navendî dibêje ku biriyara ku sêşemê êvarî belav bû, ku banka navendî ya amerîkî fayîzê xwe ya kontrolkirinê ji 1 daxist ta 0.25 gelekî dilêr û tûj bû.

- Ev pir sert e. Ji vê yeka wan kiriye mirov bêhtir ji wê nikare bike. Di baweriya min de hêşte têr nake, ji ber ku siyaseta pereyan xwe wekî bêhêz nîşan daye herdem, ji aliyê ku rewşa aborî careke din jîndar bikin.

Derbarê rewşa li Amerîkayê, mirov kare bêje bi vê biriyare tiştê ji destê wan hat, ev bû ji aliyê başkirina rewşa faîz de. Lê tiştê hîna maye ku banka navendî ya amerîkî ku bike, hema mîna banka navendî ya swêdî kir, mecalê deyinkirinê di destê xwe de bihêlin.

Bi rêya ku senedên xaniyan û yên şirketan qebûl bikin, û kaxezên biqîmet yê ticarî yên din jî weke ewleyîyê. Bi vî awayî rewşa bazara kredîtê piçekî baştir bikin. Villy Bergström xetereke rasterast nabîne ku biriyara banka navendî nearamiyekê saz bike derbarê ku rewş ji wisa xirabtir bibe.

- Ji berê ve nearamî peyda bûye, bi kurî ji aliyê baweriyê û payinê ve, ku ez êdî bawer nakim xirabtir bibe, lê belkî bihêz dike wê yekê ku ji dil ta ji wan bê rewşê baştir bikin.

- Xibreta me bixwe tuneye ji aliyê dijtedbîreke bi hêz mîna vê. Ne tenê li Amerîkayê dijtedbîr e, lê li Ewrûpayê û Sînê, li hemû deverên cîhanê dijtedbîr saz bûnin. Îca em nikarin kûrbûn û dirêjbûna daketina konjunktorê binirxînin bi awayekî durist.

Villy Bergström berdewam dike û dibêje ku agahdariya hat ji banka navendî ya amerîkî, awayeke bo amadebûna serokkomarê amerîkayê yê nû Barack Obama, ku bi siyaseteke aborî ya nû jiyanê bixwe aboriya amerîkî de.

- Ew plan dikin ku xebatên mezin bikin û dibêjin ku avahiya bingehî guh nehatiye lê kirin, û li ber xwe bernameyên mezin yê sermayerazandinê dibînin û li wê derê bandora mezin wê ya daxwaziyê be.

Derbarê rewşa daxistina fayîz li amerîkayê Mats Dillèn, birêvebirê giştî yê înstîtua konjukturê bawer dike ku ev daxistin wê hem bi bandor be ser Swêdê jî.

- Bi dîtina min başe ku fayîz nizim dikin ta hema hema digihêje sifirê, ji ber ku diyare ku konjuktur gelekî bêhêz e li Amerîkayê.

- Ew bixwe erênî û posîtîv e ku aboriya amerîkî têkeve hereketê de, ev yeka dihêle ku mercên marjînalên bo îndustiriya firotina derveyê welat ya swêdê baştir bibe, eger pêşketineke me ya baş li amerîkayê çêbibe.   

Rewşa bilind kirin yan jî nizim kirina fayîz girêdayê siyaseta peran eû Mats Dillén dibîne ku hem tedbîrên siyaseta aborî jî pêwîstin bo ku aboriyê têxin hereketê de dîsan. Mats Dillén, birêvebirê giştî yê înstîtua konjukturê:

- Belê, em her handanên siyaseta aborî jî texmîn dikin, beriya her tiştî sala 2010. Lê bihurî ser re narim, dixwazim xwe bigirim ta roja înê, dema pêşbîniya me tên pêşkêş kirin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".