Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Nûçeyên rojan e

Hat weşandin måndag 22 december 2008 kl 16.48

  • Ev hefte yeke ku Swêdê deryê xwey ji bo hêza karî ji bo ên derveyî welatî vekirye. Qerar niha ketîye destê kardêr deyku ew çi kesa bikê nav kar de. Carê daîreya karî lêkolîn dikir ku kî çêbobane werê swêdê ji bo kar. Daîreya Mihacirîyê ya Giştî piştre destûra didê. Xwendevanên ji dewletên derveyî swêdê jî ku li swêdê dixwênin niha karin yekser li swêdê xwestina kar bikin. Penaberên ku redê distênin, lê ku bi kêmasî 6 heyva kar kirine, karin wek penaberên hêza karî biseknin, ango arbetskraftsinvandrare. Heta niha 217 kesa destûra kar xwestine, nêzîka 90 ji wan penaberê ku li swêdê ne û xizmê wan in. Piranîyên wan jî ji Thailand, Hindistan û çîne ne. Ji wan 33 000 kesên ku Daîreya Mihacirîyê ya Giştî bawer dikê ku wê sala werê destûrê xwazin, piranîyên wan wê ji van dewletan bin.
  • Tevlîhevên ku ji alîyê ciwanên çep û ciwanên tawankar ên Rosengård tên kirin êvara şemîye hinekî kêm kir. Sebeba vê, li gora polîsên Malmö, ewe ku wan alîkarî ji alîyê polîsen Göteborg û Stockholmê sitandin. Li ser vê jî nêzîka 200 kes, ji komeleyên malmö, wek mînak komeleyên misilmana gihana hev da ku bi ciwanan re bi peyvin.
  • Sextekarîya bi rêyay internetê de îsal li gora par ji sedî bi 30 gelektir bûye.  Ji heyva yekê ve heta heyva mijdarê 6,910 kesan gilihê sextekarîya bi rêya internetê kirin. Ev ji par bi 1 600 giliha gelektire.
  • Van dih salên dawî, her sal Horace Engdahl, sekreterê akademîya swêdê, nivîskarê ku xelata nobelê ya edebîyatê qizanc kirîye ji bo çapamenîya cûhanê daye nasîn. Horace Engdahl wê heyva 6 sala werê wê, ji dilê xwe dev ji karê xwe berdê. Ê go wê cihê wî girê, nivîskar û dîrokvan Peter Englund e. Ew jî endamê akademîya swêdê ye. Horace Engdahl bixwe edebîyet zane û rexnegirê dans û edebîyatê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".