Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Penaber ser diyarî kirina qayilbûna xwe dinivîsînin.

Hat weşandin tisdag 23 december 2008 kl 16.15

Bêhtir û bêhtir kesên penaber yên biriyara reda wan hatiye, dinivîsînin ser kaxezên saziya koç, Migrationsverket, derbarê qayilbûna wan. Di heman dem de jî rexne li saziya koç tên kirin, ji ber tên dîtin ku ew dextê li penaberan dikin bo bo ku ser vê qayilbûnê binivîsînin.

Morud Habied ji Uzbekistanê li derveyê Stockholmê dijî, biriyara reda wî hatiye û ew dibêje ku dabeşnêra wî tu çareyên din nedanîn ber wî, ji bilî hevkariya li gel wan.

- Wê ji min re got ku eger ez dawê rakim li dadgehê, wê her wekî biriyara saziya koç be, Migrationsverket. Mebesta wê ew bû ku biriyar her yeke û divê ku ez ji welatê Swêdê derkevim.

Morud Habied ne binête ku binivîsîne ser diyarkirina qayilbûnê ya ku saziya koç dixwaze ew ser binivîsîne. Ew kesê ser wê qayilbûnê imze dike, xwe girê dide bi biriyara hiştina welat ji şûna ku daweya îtîrazê rake dijî biriyara redê.   

Tenê di vê salê de dora 1000 kesî nivîsandin ser qayilbûna biriyara saziya koç, ev hejmara duqate danberhev bi sala par re. Lê diyara ku gelek parêzer û alîkarên giştî eşkere dîtinin ku muekilê wan dibînin ku ew hatinin xapandin.

Bêhtirînê caran yên muekil ji bingeh de ji naveroka van kaxezan tênegihiştinin, alîkarê gistî bi xwe rûnanê di rûniştina dawî de dema yên penaber ser van kaxezan dinivîsînin, ku qayilbûna xwe diyar dikin, û kes tuneyê wê demê naveroka vê yekê ji yê penaber re ronî bike û ji wan re mafê wan diyar bike.

Ev yeka jî ji ber ku saziya koç, Migrationsverket naxwaze mesrefa parêzer yan jî alîkarê giştî bide. Herçend mirov nikare jî vê yekê îtîraz bike, dema mirov dinivîsîne ser diyarkirina qayilbûna xwe. Mattias Skarelius, alîkarê giştî ye yê Morud Habied. Ew dibêje ku dexta saziya koç ser wan kesên ku reda wan hatiye bo nivîsandina wan ser kaxeza diyar kirina qayilbûna wan, di vê payizê de bêhtir bûye û awayê birêvebirinê xurtir bûye.

- Belê, wekî nimûne ku mirov bi awayekî êrîşkar wan agahdar dikin ku ya herî hesantire bo wan ew e ku berê xwe bidin welatên xwe û vegerin bi tenê û îtîraza wan bo vê biriyarê tu encaman nade û bê fayde ye. we guhdariya Mattias Skarelius kir, alîkarê giştî yê Morud Habied.

Mikael Ribbenvik, şefê edaletê ye li saziya koç, Migrationsverket, û ew dibêje ku tu daxt nayên kirin ser kesên penaber ji aliyê dabeşnerê wergirtinê, ku bihêle ew kesana binivîsin ser diyarkirina qayilbûna wan.

- Teşwîqkirina me tuneye ku em dextê li kesekî bikin. Ez nizanim bê wê çi be eger ne her mirovek bixwe biriyarê dide û hildibijêre û ne dext yan giranî tunene ji aliyê me de.

Û derbarê ku gelek dibêjin ku şaştêgihiştinin ji vê yekê, Mikael Ribbenvik, şefê edaletê ye li saziya koç, berdwam dike û dibêje:

- Gelek henin dibêjin ku şaştêgihiştinin. Ev yeka peyda bûye di gelekê salan de, ku mirov dibêje ez tênegihiştime, û ji ber vê yekê dixwazin misoger bin ku baş têgihiştinin ji van belgeyan.

Em bixwe agahdariyê didin derbarê sê tiştan, ku xwe ji mafê îtîraz kirina biriyaran vedikişînin, mirov zane mirov kare vegere malê û ku mirov nikare poşman bibe derbarê diyarkirina qayilbûnê ya ser nivîsandinin. em wan agahdar dikin ser van tiştana di rêya wergerekî re.

Mikael Ribbenvik şefê edaletê yê saziya koç.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".