Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hejmara gilînameyên li kaseya sîgorteyê pir bûnin.

Hat weşandin måndag 26 januari 2009 kl 15.59

Nêzîka nîvê kesên kar dikin di kaseya sîgorteyê de, Försäkringskassan, dora 45 ji sedî zêdemasaî dikin her heftî. 39 ji sedî dibînin ku ev daîreya resmî ne li gorî hêviyên ji wan tên kirin û armancên ji wan tên xwestin, kar dikin.

Ev yeka tên nîşandan li gor lêkolîneke jîngeha kar ku yekîtîya sendîkayan ST çêkir, ya kar dike bi wezîfedarkirina hukûmet û hemwelatiyan.

Kêmkirin û jêbirîn li kar, sîstemên nû yê komputeran, bi rêkxistinên nû û qanûnên nû dextê li rewşê dikin. Seroka yekîtiya sendîkaya ST, Annette Carnhede dibêje ku kasaya sîgorteyan, Försäkringskassan,daîreyek resmî ya di rewşeke dijwar de ye.

- Rewşa endamên me yê kar dikin di kasaya sîgoteyê de tevlîhev e û bê nîzam e. Ew gelekî kar dikin, xwe zêde diwestînin, û bêhtir ji demên karên xwe kar dikin.

Ew hêris û xeyalşikestî dibin ji ber ku nikarin alîkariya pêwist pêşkêş bikin ji yên bi pêwîsitiya wê alîkariyê nin. Ew diçin malê û hest dikin ku karekî baş û bi dilê xwe nekirinin û gelek rexne li wan tên kirin. Annette Carnhede, seroka yekîtîya sendîkeyên ST. Ew dixwaze ku hukûmet nêzîka yek miliyar kron deyne ser vî karî.

Hem jî partiya sosîyal demokrat dibînin ku kasaya sîgorteyan bi pêwîstiya perên bêhtirin û daxwaza şîroveyekê zêde kirinin derbarê vê rewşê, li parlamanê. Peter Hjelm ji kasaya sîgorteyê, Försäkringskassan, rastiya karê xwe dibêje di rewşê îro roj de:

- Ji xibreta xwe dibêjim ku tucarî ne vî qasî sext û dijwar bû karê me wekî berpirs li kasaya sîgorteyê, di hemû beşên wê de wekî îro. Ez di rojên dawiya hefteyê de jî kar dikim.

Derbarê gazinên milet Peter Hjelm wisa dibêje:

- Ew kesên telîfonê fikin ji kasaya sîgorteyê de, ji destpêkê de diltengin û acizin û ez dikevim rewşa parastina karê nû de û ne bihesanî ye bi taybetî dema ez bixwe gelekê caran ji wê tênagihêjim.

Wezîra sîgorteyên civakî, Cristina Husmark Pehrsson, dibêje ku ew li hêviya nivîsandinekê ye ji aliyê kasaya sîgorteyan ve di hundurê vê hefteyê de, beriya ku ew vê mijarê şîrove bike.

- Kesek ji me pêşbînî wernegirtinin ji aliyê kaseya sîgorteyê ve, tiştê peyde dibe derbarê vê şîrove yê texmînî nin û hem jî behs kirin.

Bo cara yekem ez dê pêşbînîyekê wergirim di vê hefteyê de, derbarê karê wan, dema ku datînin ser her rewşekê û aborîyê ji aliyê kasaya sîgorteyan ve. Piştî wê em dê bêgoman vê rewşê şîrove bikin.

Li gor lêkolînekê ji aliyê bîro ya hukûmetê ve, diyar bû ku ji dawiya çileya pêşîn de dê li kasaya sîgorteyan, Försäkringskassan, 900 miliyon kron kêm bikeve bo sala 2009.

Di vê şîrovê ye de jî tên diyar kirin ku e di nîva sala 2008 de ya duem, 1 774 gazinname dijî lêhûrnerîna kar geheşte kasa sîgorteyê, danberhev bi heman dem re sala par. Wê demê hejmara gazin nameyan nêzîka 1000 bû. Veronika Palm, cêgera seroka komîsiyona parlamanê ya sîgorteyên civakî ye, ew gazinên xwe li vê rewşê tine ziman û dibêje:

- Ew kesên bandor li wan tên kirin ji ber vê rewşê, kersên teqawid wergirtinin, kesên bi tatîa dêûbavtûyê nin û kesên nexwşnivîsandî nin û yên ji mafên wan e ku pere bigihêje wan, lê nagihêjin wan ji ber ku alav tunene bo ku perên wan bidin wan. Ev alav ji berpirsiyariya hukûmetê nin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".