Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hejmara kesên daxwaza destûra kar dikin li Swêdê kêm dibin.

Hat weşandin onsdag 28 januari 2009 kl 15.42

Di vê dema agahdarî kirina derbarê karberdanê û rewşa ku milet ji karên wan tên avêtin, başe mirov zanibe bê qanûn çi dibêje. Ez dê nuha kurtasiyekê pêşkêş bikim ji we re.

Rewşa navbera xwedanê kar de û yê kar werdigire tên biqayide kirin li gor qanûndananeke berfireh de ya bazara kar û di bëhtirînê caran de jî hem peymanên kolektîv jî, ya bi xwe beşekî bidilxwazî ye ji xwedanên kar ree ger ev bixwazin xwe bi wê ve girêdin.

Sendîke herdem dixwazin xwe bi peymanên kolektîvê de girêbidin bo ku karibin bazara xwe bikin bi xwedanên kar re.

Peymanên kolektîv yekerin bi mesrefan ku xwedanê kar hilbijêre xwe bi wê ve girêde yan na, ji ber ku di hundurê vê peymanê de tamîna ewleyîyê henin û hem jî pêbendîyên teqawidiyê yê divê xwedanê kar bide ji bilî mesrefên qanûnî yê xwedanên kar normal didin, yê divê bidin dîreya bacê ya giştî.

Li gor statîstîkên herê dawî ji aliyê SCB ê de, xwedanên kar kêmtir karmendan xwestin sala 2008 danberhev bi 2007 de. Pêşketinên baş yên van salên dawî di bazara kar de berdewam bûn ta 2008, lê nuha mirov eşkere dibîne ku daxwazî kêmtir bûye ji aliyê hêza kar ve. Xwedanên kar dibêjin nuha ku hevsengî heye navbera berdestbûn û daxwaza kesên nû zanîngeh temam kirinin, lê tunebûna kesên bi xibret heye îro roj. Qanûnên nû yên koçkirina hêza kar ya destpêkir ji 15 december, çileya pêşîn de. Ev yeka hesanîtir dike bo hemwelatiyên welatên derveyë yekîtiya ewrûpayê ku bên Swêdê û kar bikin.

Ji aliyê saziya koç ve tên diyar kirin ku eger xwedanê kar kar pêşniyaz bikin bo yê karker, divë imkan hebe bo sendîke yê ku dîtina xwe bïne ziman derbarê pêsniyazên tên pêşkêskirin bo yê karker. Kesê daxwaza kar dike divê ji welatê xwe daxwaza izna kar û rûniştina li swêdê bike, yan jî ji welatekî din ku ew kesa lê rûdinê derveyê swêdê.

Bihaîya yekem mirov dide dema mirov daxwaz dike, 2000 kron e û eger mirov paşî bixwaze dema izna kar ê xwe dirêj bike divê mirov 1000 kronekî din bide.

Saziya koç biriyrên destûra karkirinë dide piştî ku sendîke ya xwe dibêje, ji aliyê saziya koç ve, dibêjin ku destûra kar kare hercarê ta du salî be û dema temam dibe mirov daxwaza dirêjkirina demê dike: Annika Magnusson şefe beşê destûra kar e di saziya koç de, ew çend xalên giring ronî dike:

- Eger di hundurê dema karkirinê de guhertin çêbibin û eger ji ber sedemên cuda ev kare bi dawî bibe.  Wê demê ji mafê wî kesî ye ku ta sê heyva li swêdê bimîne û karekî din ji xwe re peyda bike, eger karek peyda kir wê demê divê    careke din daxwaza destûra kar bike. Nepêwîste mirov sefer bike derveyê swêdê, mirov kare li cih daxwaz bike.

Li gor Annika Magnusson, dora 300 ji 1800 daxwaz nameyên destûra kar hatinin daxwaz kirin ji hundurê swêdê, yên din hatinin daxwaz kirin ji derveyë welat wekî li Hindistanê, Çînê , amerîkayê û Taîlandê.

Beşekî gelekî mezin ji van daxwaz nameyan daxwazên bo warê IT ne. Ji ber konjuktura nizim ya li dare, saziya koç bawer nake ku hejmarê kesên daxwaza destûra kar dikin dê bilind bibe di hundurê 2009 de. Di sala par de 17 300 daxwaz name hatin qebûl kirin li gor qanünên kevin, û reda 10 ji sedî ji daxwaznameyên destûra kar hatin kirin. Li gor qanûnën nû karê ser lêhûrnerîna daxwaznameyan kare zûtir bi rêve here, dora yek ta du hefteyan kare bikêşe. Ev li gor statîstïkên saziya koç.

Annika Magnusson şefe li beşê destûra kar li Saziya koç de:

- Ev bo her kesî ye, qanûna nû dibëje ku ji mafê kesekî ye ku ta 2 sala ji wî re derkeve di heman kar de û ba heman xwedanê kar de. Piştî van du salan mirov kare dirêj bike du salên din û wê demê mirov ne girêdayë heman xwedanê kar, lê divê mirov tenê girêdayê yek warê kar be.

Piştî çar salan ji destûra kar, ji mafê wî kesî ye ku rûniştina temamî wergire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".