Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ciwanên Tensta yê bi wezîra dadê, Beatrice Ask re rûniştin.

Hat weşandin tisdag 24 februari 2009 kl 16.35
Wezîra dadê, Beatrice Ask.

Wezîra dadê Beatrice Ask çû serdana Tensta yê doh, bo ku bi ciwanan re, polîsan, belediyê û rêxistinên dilxwaz re rûnê. Sebeba seredana wezîra dadê bo Tensta yê, rewşa tevlîheve ya di vê dema dawî hatiye li dar xistin li Tensta, agair vêxistin û avêtina keviran ser polîsan û îtfaîyê.

Nerazîbûn û xeyalşikestîbûna nav ciwanên di herêmên derveyê bajarên mezin de bûye jiyana rojan e bo gelekan. Daxwazên wan ji hukûmetê û siyasetmedarên pirsgirêkan wan bi rêve dibin gelekin, serhildan û diyarkirina sînorên xwe ragirtin û tehemila wan bo rewşa herêma ew têde dijîn, gelekî pêwîst dibînin.

Pêla bikaranîna zoriyê bo mebesta diyarkirina nerazîbûnê di gelek welat û deverên Ewrûpayê de hatiye li darxistin, û em jibîr nekin bûyerên li Swêdê cêbûn ji vê stîlê gelekbûn û serê rêzê de, bûyerên li Rosengård beriya demekê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".