Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Krona swêdî dadikeve

Hat weşandin onsdag 25 februari 2009 kl 15.52
Kron

Bihaîya krona swêdî berdewam dibe ber xwar de. Roja sêşemê kron gehişt asta herî nizim ta îro danberhev bi euro re, ya bi 11,41 bû di roja sêşemê de.

Qels kirina krona swêdî berdewam bû herçend texmînên qayîdeyên navneteweyî digotin ku aboriya hukûmî ya swêdê dê gelekî baş be. Bi awayekî giştî pere yên biçûk ji qîmetê xwe dikevin di demên krîsên aborî de, lê ji bilî vê sedemê daketina krona swêdî bandora rewşa neewleyî lê bûye, wekî raxistina bankan li hember welatên Baltîk.

Ev analîz li gor Karl-Johan Bergström bû, analîzkarê pera li Swedbank. Wî hem xwest şîroveya daxistina fayiz yên banka navendî birêve bir di dema dawî de bîne meydanê.

Lê gelo krona swêdî çiqasî kare qels bibe?

Karl Johan Bergström:

- Tu sînorên eşkere tune ne, pêşketina ji heyva nehan de bi awayekî diyarkirî nîşan daye ku kron qels bûye bi 15 ta 20 ji sedî di demeke kurt de. Asteng tunene ku bihêlin pêşketin raweste ser asteke taybetî.

we guhdariya Karl-Johan Bergström kir, analîzkarê pera li Swedbank ê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".