Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Qelewbûn di ciwaniyê de jiyanê kurtir dike.

Hat weşandin onsdag 25 februari 2009 kl 16.01
Qelewbûn jiyanê kurt dike.

Lêkolîneke swêdî ya hatiye çêkirin ji aliyê Karolinska institutet ve û tên çapkirin îro, nîşan dide ku qelewbûna yan kîloyên zêde di ciwaniyê de riska mirina zû bêhtir dike. Ev lêkolîn hate çêkirin ser 45 000 mêrên swêdî.

Lêkolîn hate çêkirin ser hemû mêrên swêdî yên eskerî kirin di sala 1969 de ta 1970 de û lêkolîn berdewam bû ta 2007, ta temenê van mêran bû dora 60 salî.

Armanca vê lokolînê kontrolkirina mirina zê bû di ciwaniyê de ji ber bandora kîloyên zêde û nexweşiya qelewbûnê, guhertinên giraniyê di navbera dema eskeriyê de û mirinê ne di lêkolînê de ye û ne jî sebebên mirinê bixwe.

Girêdana navbera kişandina çigare û mirina zû beşek bû di vê lêkolînê de, diyar e ku girêdaneke taybetî peyda nebû navbera qelewbûnê û kişandina çigarê de bo bandorê bikin ser mirineke zû ba van mêran.

Martin Neovius ji institua bo dermanan li Solna yê ev lêkolîn birêve biriye, ew dibêje ku qelewbûn û kişandina çigarê riska mirinê bêhtir dike, lê ya ku ta nuha lêkolîner li hev nedikirin ser ew bû ku kîloyêde ba ciwanan riska mirina zû bi xwe re tîne.  

Xala ku gelek lêkolîner yekin ser ew e ku qelewbûn û hem kîloyên zêde eşkere bêhtir bûye ji dema ev lêkolîn destpêkir di dawiya şêstiyan de.

-Qelewbûn û bêhtir ji deh çigare rojane, kîloyên zêde yan jî BMI navbera 25 ta 30 de her wekî mirov yek ta deh çigaran rojane.

Martin Neovius ji institua bo dermanan li Solna yê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".