Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

20 000 kar radibin ji sektora avakirinê.

Hat weşandin torsdag 26 februari 2009 kl 16.09
Kar kêm dibe di warê avakirinê de.

Avakirina xaniyên nû bi nêvcî dibe di vê salê de û dora 20 000 kar di warê avakirinê de radibin di van salên li pêşiya me de, ev agahdarî li gor analîzekê ji rêxistina xwedanên kar û warê kar, industiriyên avakirinê Swêdê.

- Rewş nezêde baş diyare piştî pêşketina payîzê de, ya gelekî zû ber bi jêr de diçû ji aliyê avakirinên nû yên xaniyan ve. Em dijmêrin ku sermayerazandinê avakirinên nû yên xaniyan bi nîv dibin vê salê danberhev bi van sê salên derbas bûnin. We guhdariya Fredrik Isaksson kir, serokê aboriyê yê industriya avakirinê.

Li gor pêşbîniyên  industriya avakirinê dê di vê salê de dora 15 000 xaniyên nû bên avakirin, 7000 ji wan xaniyên biçûkin û 8000 aparteman di avahiyên bilind de, û nêzîka dora 4000 apartemanên kirê. Ev agahdarî li gor baweriyên industriya avakirinê.

Hejmara navincî di van sê salên dawî de avakirina dora 35 000 xaniyên nû nin, lê diyare îsal hejmara kêmtir dibe ta nîvê hejmara navincî ya di van sê salên dawî de. Û eger mirov rewşê bide ber sala 2006 de, sala rekord têde hate şikandin ji ber alîkariya ji aliyê hikûmetê ve, di wê salê de 45 000 xanî hatin avakirin.

Gelekî bi dilê endustriya avakirinê ye ku bankeya navendî fayîz nizim kirinin. Faîyizên nizim yên deynên xaniyan avakirina xaniyên nû yên tën kirin ji aliyê malbatan de dixe hereketê de. Lê her dîsan jî di vî warî de daketin ya herî mezin bû ta îro roj.

Fredrik Isaksson, serokê aboriyê yê industriya avakirinê careke din:

- Beriya her tiştî ew xaniyên kirînê yên bi destê bazarê tên birêvebirin yên dê kêmbibin, hem apartemanên kirînê û hem jî xaniyên biçûk, lê li hêla din me li aliyê xaniyên kirê dîtiye ku pirbûna balkêşiyê heye ku avahiyên nû ava bikin, bi kêmanî ji aliyê şirketên xaniyên belediyan ve.

Ji aliyê buhayên xaniya ve, sermayerazandinên xaniyan kêmtir bûye bi 24 ji sedî, lê 10 ji sedî bêhtir bûye di sermayerazandinên tesîsê ve. Di vî warî de hîna perên hukûmî manin bo avahiyên bingehîn. Her dîsan jî karên di warê avakirinê de kêmtir dibin bi dora 20 000 karî. Lê diyare ku Fredrik Isaksson hêviyên xwe yê ron ji pêşerojê re hiştinin:

- Rewş dijwar û sext e û bêguman nexweşe bo wan kesên bandor li wan tên kirin, lê ne wekî berfirehbûna destpêka salên 1990 de ye, dema krîsa mezin bi ser me de hat û 100 000 kar hatin rakirin.

Ev rewşa bisehme bo me karkerên avakirinê, Gunnar Ericson, sekreterê peymana ye yên avakirinê. 20 000 kar dike 20 ji sedî ji karmendên yekîtiya karkerên avakirinê.

- Belê, ev dibe bandoreke mezin li gelekê endamên me û hem jî karkerên avakirinê, ji ber rewşa konjukturê ya nuha li dar e.

Li gor texmînên endustriya avakirinê, dê di vê salê de tenê 15 000 xaniyên nû bên avakirin û ji wan 4000 xaniyên kirê nin. Nuha endustriya avakirinê dibînin ku hukûmet gerek ne tenê pera deynin ser endustriya seyran, eger mirov bernameya binavê, rot-programmet berfireh bike bo ku rëxistin û komeleyên xaniyên kirînê û hem yên kirê beşek bin ji wê, wê demê gelek kes dê bibana xwedan kar.

- Ew gerek pera deynin ser baştirkirina bernameyên miljonprogramm, li gor dîtina me ne gelek pere ye. 3,5 miljar kron bo baştir kirina van xaniyan ne geleke. Derbarê dora 26 000 xaniyan ne, wê demê dê 18 000 imkanên kar yên salan e peyda bûbana di rewşekê mîna vê rewşê de.

We guhdariya Gunnar Ericson kir, sekreterê peymanan yên avakirinê.      

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".